Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş.

Gerîlayên YJA Starê li leşkerên Tirk ên li herêma Gabarê derketin operasyonê dan. Di çalakiya sabotajê de 7 leşker hatin kuştin.

KCK'ê pêngava nû ya taktîkê ya gerîlayên HPG-YJA STAR'ê pîroz kir û got, "HPG'ê gerîlatiya sedsala 21'ê afirandiye, wê êrîşên hêzên serdestan pûç bike û mîna her carê wê bi ser bikeve."

Welatiyên Rojava û nûnerên gelek saziyan nerazîbûn nîşanî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dan û bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî kirin ji bo bi erka xwe rabin.

Tanka ku rejîma Erdogan navê 'Altay' lê kiriye û wê destpêkê 250 heb bên çêkirin, di serî de motor û çekên wê hema bêjin temamiya wê malê Elman e. Sermayedarên wê jî milyarderê Malezyayî Albûkhary û Mîrnişînê Qatarê ne.

Îranê 22 kesên din îdam kir. 22 kes bi îdîaya ku tevlî êrîşa li bajarê Ahwazê bûne hatibûn girtin.

10 cenazeyê kesên ku di şer de mirine, li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê ne. Derket holê ku 171 cenazeyên kesên ku di şer de mirine, li goristanên bajêr hatine veşartin. Li bajêr bi giştî 181 cenaze li goristanên bêkesan hatine veşartin.

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê ji bo Kebîre Dogan a ku wefat kir peyama sersaxiyê weşand a ku dayîka Mazlûm Dogan û Delîl Dogan bû.

Li bajarê Hûdeyda yê Yemenê di şerê 24 saetên dawî de 110 milîsên Hûsî û 32 leşkerên alîgirê dewletê mirin. Ji destpêka Hezîranê û vir ve herî kêm 600 kes şer de mirine.

Şewata li daristanên bakur û başûrê eyaleta Kalîforniyayê derket belav dibe. Heta niha herêmek ji 80 hezar hektarî û 7 hezar avahî şewitîne. Ji ber şewatê herî kêm 31 kes mirin.