YJA Starê li Gabarê lê da: 7 leşker hatin kuştin

Gerîlayên YJA Starê li leşkerên Tirk ên li herêma Gabarê derketin operasyonê dan. Di çalakiya sabotajê de 7 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên dawî yên gerîla ev daxuyanî da:

"Artêşa TC a dagirker sibeha 11'ê Mijdarê li qada Gelî ya herêma Gabarê ya Şirnexê dest bi operasyonê kir. Hêzên me yên YJA Starê di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de heman rojê saet 12'an li Girê Deriyê Seqetê li yekîneya operasyonê xistin. Di vê çalakiya sabotajê de 7 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê termên leşkerên xwe bi helîkopterên bi tîpa Skorsky ji herêmê rakir.

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker roja 11'ê Mijdarê saet 13:40'î qada Ermûşê ya herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, saet 20'an jî gundê Sîda yê herêma Zapê bombe kirin. Ji ber bomberdûmanê xisar li dehl û rezên gund bûn. Ji ber êrîşê tiştek bi gerîlayên me nehatiye.

Artêşa TC a dagirker bi rêya çapemeniya xwe ya şerê taybet nûçeyên derewîn weşand û îdîa kir ku di bomberdûmana hewayî û bejahî ya 9, 10 û 11'ê Mijdarê de gerîlayên me windahiyeke giran daye. Eşkere ye ku ji bo kuştiyên xwe yên di çalakiyên serketî yên gerîla de dide binixumîne û moralê gelê me xera bike nûçeyên bi vî rengî diweşîne. Bîlançoya herî rast a şerê li Kurdistanê ji aliyê HPG'ê ve ji raya giştî re tê ragihandin. Bila haya gelê me ji nûçeyên ne rast ên medya şerê taybet hebe."