Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

KCK’ê ji bo Kebîre Dogan peyama sersaxiyê weşand

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê ji bo Kebîre Dogan a ku wefat kir peyama sersaxiyê weşand a ku dayîka Mazlûm Dogan û Delîl Dogan bû.

Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê ji bo Kebîre Dogan a ku wefat kir peyama sersaxiyê weşand a ku dayîka Mazlûm Dogan û Delîl Dogan bû.  Di peyamê de sersaxî ji malbata wê û ji gelê Kurdistanê re hate xwestin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Dayîka Kebîre ji bo gelê Kurd zarokên bi qîmet mezin kiriye. Ji ber vê jî di hemû jiyana xwe de girêdayî hesreta rêheval Delîl û Mazlûm maye. Hemû hest û ramanên wê ji bo serkeftina vê têkoşînê bûye.

Herî zêde dayîk zarokan mezin dikin. Karakterên zarokan bi taybetiyên dayîkan teşe digire. Keda dayîka Kebîre li ser rêheval Delîl û Mazlûm heye. Rêheval Mazlûm Dogan kadroyekî pêşeng bû yê ku dev ji pîvanên şoreşgerî bernedida. Delîl Dogan jî ji bo bawerî û rêgezên xwe têkoşîn dikir felsefeya jiyanê. Ev herdu rêhevalên me, karakterên xwe kirine taybetiyên partiyê. Di warê avabûna karakterê PKK’ê de, tevkariya van rêhevalên me zêde heye. Ji ber vê jî em careke din deynê xwe yê minnetê yê ji bo Dayîka Kebîre diyar dikin.

Em careke din sozê didin ku em ê hesreta rêheval Mazlûm û Delîl pêk bînin û dayîka Kebîre dikare bi aramî razê.”