KCK'ê gerîlayên HPG-YJA STAR'ê pîroz kir

KCK'ê pêngava nû ya taktîkê ya gerîlayên HPG-YJA STAR'ê pîroz kir û got, "HPG'ê gerîlatiya sedsala 21'ê afirandiye, wê êrîşên hêzên serdestan pûç bike û mîna her carê wê bi ser bikeve."

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê, gerîlayên ku li dijî hedefên leşkerî yên dewleta Tirk çalakî pêk anîn bi daxuyaniyeke nivîskî pîroz kir. KCK'ê diyar kir, gerîlayên HPG-YJA STAR'ê li gelek cihan bi amûrên hewayî li dijî hedefên leşkerî yên dewleta Tirk çalakî kirine û got, "Di encama van çalakiyan de bi dehan leşker mirin, bi dehan birîndar bûn. Li dijî êrîşên qirkirinê ku dewleta Tirk bi hemû îmkanên xwe dike, bersiveke xurt hatiye dayin. Ji ber vê bersiva xurt em fermandar û şervanên HPG-YJA STAR'ê pîroz dikin."

BI DEREWAN DIXWAZIN LI SER RASTIYAN BINIXUMÎNIN

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Dewleta Tirk zêdeyî sê sal in bi rengekî bê eman zext û êrîşan li gelê Kurd û hêzên demokrasiyê dike. Bi şerê psîkolojîk dixwaze bandora xwe zêde bike û vîna gel asteng bike. Aliyê herî girîng ê şerê psîkolojîk ew e ku hejmara leşker û polîsên di çalakiyên gerîla de tên kuştin vedişêre. Windahiyên gerîla jî dinepixîne û bi vî rengî dixwaze moralê gel xera bike. Ji bo vê armanca xwe hemû rojname, televîzyon û radyo xistine bin kontrola xwe, tenê nûçeyên ji hêla daîreya şerê taybet ve hatine amadekirin diweşînin. Bi fermanên navenda şerê taybet re ku gladyoya qesrê jî di nav de ye, ji bo civakê bixapîne gelek bernameyan çêdike. Bi rêya van nûçe û propagandayan hewl dide îmajeke welê biafirîne ku têkoşîna gerîla qels bûye û dewleta Tirk xurt e."

Di daxuyaniya KCK'ê de işaret bi van xusûsan hate kirin: Dewleta Tirk di çarçoveya şerê xwe yê psîkolojîk de, çalakiya gerîlayên HPG-YJA STAR'ê ya bi amûrên hewayî li hedefên leşkerî xist ku tê wateya pêngaveke nû ya taktîkê, ji nedîtî ve hatiye; ya jî hejmara kuştiyên xwe veşartiye. Di çalakiya amûrên hewayî de ku li dijî qereqola Bêsosinê ya li Şemzînanê hate lidarxistin, weke teqîna cebilxaneya xerabe nîşan da. Ji ber ku çalakî mezin bû, nekarî jinedîtî ve bê, lê belê bi berevajîkirina rastiyê re weke ku cebilxaneya xerabe teqiya ye weşand. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku ev çalakî bi amûrên nû yên tatîkî ji aliyê gerîla ve hatiye kirin û bi vî rengî pêngava nû ya şer a gerîla ji raya giştî re ragihand. Bi vî awayî careke din hate dîtin ku dewleta Tirk bi şerê psîkolojîk ser rastiyê nixumandiye.

GERÎLAYÊN SEDSALA 21'Ê WÊ ÊRÎŞAN PÛÇ BIKIN

Rastiyeke dîrokî ye ku gerîla her tim li dijî taktîk û teknîka dijmin taktîk û teknîka xwe afirandiye. HPG'ê gerîlatiya sedsala 21'ê afirandiye, wê êrîşên hêzên serdestan pûç bike û mîna her carê wê bi ser bikeve. Li ser vê bingehê em vê pêngava taktîkê ya nû ya gerîlayên HPG-STAR'ê pîroz dikin û di têkoşîna wan de ya ji niha û pê ve serketinê dixwazin."