Li Meletiyê 181 cenazeyên ku nasnameya wan nehatine eşkerekirin

10 cenazeyê kesên ku di şer de mirine, li Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê ne. Derket holê ku 171 cenazeyên kesên ku di şer de mirine, li goristanên bajêr hatine veşartin. Li bajêr bi giştî 181 cenaze li goristanên bêkesan hatine veşartin.

Li Kurdistanê kesên ku di şer de dimirin, cenazeyê wan dibin Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. Li morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê û li goristanên bajêr ên bêkesan bi giştî 181 cenaze hene. Li morga Saziya Tipa Edlî 10 cenaze hene ku bedena wan parçe parçe bûye. Ev cenaze li benda teşxîskirina malbatên wan e. Derket holê ku ji bo 71 cenazeyan jî malbat li benda encamên DNA’yê ne. Ev 71 cenaze li goristana giştî û 100 cenaze jî li goristana bêkesan hatine veşartin.

Tê diyarkirin ku cenazeyên ku anîne bajêr aîdî wan kesan e yê ku li Dêrsim, Çewlik, Meletî, Sêwas, Xarpêt, Mûş, Semsûr û Gurgumê di şer de mirine.

Hate hînbûn ji ber bomberdûman û SÎHA’yan bedena cenazeyan parçe parçe bûne.

ZEXTAN LI MALBATAN DIKIN

Ji ber ku bedena cenazeyan parçe parçe bûne, malbat bi hêsanî nikarin cenazeyan teşxîs bikin. Hate diyarkirin ku malbat dema ku serî li dozgeriyê didin, berê wêne tên nîşandan, heke teşxîs were kirin jî mînakên DNA’yê tê stendin û li benda encamê tê sekinandin.

Hate ragihandin ku piştî teşxîskirina cenaze û diyarbûna encamên DNA’yê, şaredariyên bajar û navçeyan wesayîtên neqilkirina cenaze nadin malbatan.