Ji ber şewata li Kalîforniyayê 31 kes mirin

Şewata li daristanên bakur û başûrê eyaleta Kalîforniyayê derket belav dibe. Heta niha herêmek ji 80 hezar hektarî û 7 hezar avahî şewitîne. Ji ber şewatê herî kêm 31 kes mirin.

Şewata li herêmên bakur û başûrê eyaleta Kalîforniyayê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê dewam dike. Ev şewat weke şewata herî dijwar a ji sala 1933'an û vir ve tê dîtin. Ji ber şewatê heta niha herêmek ji 80 hezar hektarî û 7 hezar avahî şewitîne. Herî kêm 31 kes ji ber şewatê mirin.

Ji ber ku dinya germ e û bayê germ li herêmê tê, karê vemirandina şewatê bi zor û zehmetî tê kirin. Şewata herî giran li herêma "Camp Fîre" a li bakur û herêma "Woosley Fîre" a li başûr e.

Şefê Bûtteyê Kory Honea diyar kir ku li herêma bi navê Camp Fîre 6 cesedên din hatine dîtin.. Honea got, hîn jî 228 kes winda ne.

Tê gotin, li herêma Paradîseyê ku nifûsa xwe 26 hezar e, 6700 kargeh û xanî şewitîne. Bajar niha vala ye.

Tîmên arkujiyê roja Yekşemê ragihandibûn ku wan 25 ji sedî yê şewatê kontrol kirine. Şewata ku qadeke ji 45 hezar hektarî şewitand, doh gihîşt parka neteweyî ya Plûmasê.

Şewata li herêma bi navê Woosley Fîre jî bi bajarê Malîbûyê ketiye. Li nêzî bajarê Los Angelesê 2 kes mirin. Tê gotin, şewata li Woosley Fîre ji roja Înê heta Yekşemê li qadeke fireh belav bûye.

Hişyarî ji şêniyên bajêr re tê dayin ji bo ji malên xwe derkevin. Roja Şemiyê 117 avahî şewitîn û qadek ji 33.700 hektarî ji şewatê bû xwelî. Tê gotin, 10 ji sedî yê şewata li herêmê hatiye kontrolkirin.