Şerê li Hûdeydayê dewam dike: 142 kes mirin

Li bajarê Hûdeyda yê Yemenê di şerê 24 saetên dawî de 110 milîsên Hûsî û 32 leşkerên alîgirê dewletê mirin. Ji destpêka Hezîranê û vir ve herî kêm 600 kes şer de mirine.

Li bajarê Hûdeyda yê Yemenê şerê ji ber êrîşa hêzên dewletê dewam dike.

24 saetên dawî di şer de 142 milîs û leşkerên alîgirê dewletê mirin. Rayedar hişyariyê didin ku krîza însanî dikare rû bide.

Ji destpêka Hezîranê û vir ve di şer de herî kêm 600 kes mirin.

Tê gotin, cesedên şewitî radikin nexweşxaneya El Alfî ku di kontrola Hûsiyan de ye.

Bajarê Hûdeyda yê li ser peravên Derya Sor e, yek ji deverên herî girîng ê bazirganiya Yemenê ye.

Hêzên dewletê meha Hezîranê dest bi êrîşên li ser bajarê Hûdeyda kirin. Êrîş ji 1'ê Mijdarê ve giran bûne. Çavkaniyên leşkerî û tibî gotin, heta niha 592 kes mirine.