Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş..

Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê Bahoz Erdal diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze Kurdan biqedîne û got, "Divê gelê me xwe ji têkoşîneke demdirêj û dijwar re amade bike. Heta ku li Kurdistanê dagirkerî hebe, berxwedan jî wê bidome."

HPG'ê diyar kir, hêzên gerîla roja 3'ê Mijdarê li Geverê li dijî leşkerên Tirk çalakiyek kirine û di encamê de derbên giran li leşkeran xistin.

Pêla duyemîn û dawî ya ambargoya DYA'yê ya li ser Îranê êvara Yekşemê dikeve meriyetê. Kî bi Îranê re kar bike, dibe ku bikeve ber ambargoya DYA'yê.

Silav Newal ku bi bandora endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Nûman Amed tevlî nava refên gerîla bû û doktoriyê dike got, "Dema ku dibînin hevalên birîndar piştî tedawiyê rehet dibe, moralê jê digirim."

Li Dêra Zorê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAÎŞ’ê de bi dehan çete hatin kuştin, 2 wesayîtên çeteyan hatin îmhakirin.

Wekîlên gel ên dîlgirtî diyar kirin ku Darbeya 4'ê Mijdarê nekarî gelê Kurd û siyaseta demokratîk biqedîne û gotin, serketin wê bi berxwedanê pêk were.

Darbeya siyasî ku 4'ê Mijdara 2016'an li dijî HDP'ê hate kirin, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hate şermezarkirin.

Parêzer Yalçındag ani ziman ku bi pênc sernavan ji bo hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û 7 parlementeran serî DMME’yê dabûn. Di derbarê vê serlêdanê de DMME biryara xwe eşkere dike.

Girtiya  bi navê Sîsê Bîngol a 85 salî ya di Girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê de bû, piştî nerazîbûnan rakirin nexweşxaneyê.

Li devereke nêzî gundê Mehmûd Ezîz ê Xaneqînê di dema derbasbûna qemyonekê de teqîn pêk hat. Piştî teqînê çeteyên DAÎŞ'ê êrîş bir ser sengerên polîsan. Di bûyerê de polîsek mir yek jî birîndar bû. 

Kolberekî ku li Şêx Sela ya navçeya Salas a Kirmanşanê ji hêla hêzên Îranê ve hatibû birîndarkirin, jiyana xwe ji dest da.