DAÎŞ'ê li Xaneqînê êrîş bir ser polîsan
Li devereke nêzî gundê Mehmûd Ezîz ê Xaneqînê di dema derbasbûna qemyonekê de teqîn pêk hat. Piştî teqînê çeteyên DAÎŞ'ê êrîş bir ser sengerên polîsan. Di bûyerê de polîsek mir yek jî birîndar bû.
Li devereke nêzî gundê Mehmûd Ezîz ê Xaneqînê di dema derbasbûna qemyonekê de teqîn pêk hat. Piştî teqînê çeteyên DAÎŞ'ê êrîş bir ser sengerên polîsan. Di bûyerê de polîsek mir yek jî birîndar bû.
Li gorî nûçeya ajansa Rojnewsê, şevê din li gundê Mehmûd Ezîz ê Xaneqînê di dema derbasbûna qemyonekê de teqîn pêk hat. Di teqînê de ajotkarê qemyonê birîndar bû û piştî teqînê çeteyên DAÎŞ'ê êrîş birine li ser sengerên polîsan.
Piştî êrîşê di navbera çete û polîsên Iraqê de şer derket û di vî şerî de polîsek mir û polîsekî payebilind jî birîndar bû.