'Darbeya 4'ê Mijdarê' li Kurdistan û Tirkiyeyê hate şermezarkirin

Darbeya siyasî ku 4'ê Mijdara 2016'an li dijî HDP'ê hate kirin, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hate şermezarkirin.

Darbeya siyasî ku 4'ê Mijdara 2016'an li dijî HDP'ê hate kirin, li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hate şermezarkirin.

WAN: Li ber avahiya HDP'ê ya Bajarê Wanê daxuyaniyek hate dayin. Rêvebera HDP'ê ya bajêr Handan Karakoyûn daxuyanî da û diyar kir, armanca hevpar a van operasyonan mayindekirina rejîma yekperest, otorîter û faşîst e. Parlamentera HDP'ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr jî got, "Sed sal jî di ser re derbas bibe wê bi ser nekevin. Li her devera cîhanê faşîzm li pêşberî berxwedanê têk çûye. Faşîzma AKP-MHP'ê jî wê li pêşberî berxwedana gelê me têk biçe. Em ê ti carî ji rêya xwe venegerin û em ê teqez bi ser bikevin.

ENQERE: Rêxistina HDP'ê ya Enqereyê li ber avahiya xwe daxuyanî da. Hevserokê HDP'ê yê bajêr Halîl Yildiz bi bîr xist, yekane partiya ku li Tirkiyeyê jiyaneke wekhev, azad û hevpar ji bo gelan ava bike HDP ye, lewma êrîşên li dijî wan dewam dikin.

EDENE: Li ber avahiya HDP'ê ya bajêr gelek kes li hev civiyan û Hevserokê HDP'ê yê Edeneyê Mahsûn Erîg daxuyanî da. Erîg işaret bi têkoşîna xwe ya ji bo pûçkirina van êrîşan kir û got, mîna doh wê îro jî sekneke herî xurt nîşan bidin.

HATAY: Çalakiya protestoyî ya li Hatayê jî li ber avahiya partiyê pêk hat. Parlamentera HDP'ê ya Edeneyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir, polîtîkayên zilmê ti carî heta bi hetayê dewam nekirine û got, "Weke ku tê zanîn, serdestiya fîrewan jî qediya. Ev serdema tarî jî wê rojekê biqede û roj wê hilê. Em vê yekê ji zordaran re dibêjin: HDP ji kevneşopiya berxwedanê ya hearan salî tê. Li gel her tiştî jî em ê li ser piyan bisekinin."

ANTALYA: Rêxistina HDP'ê ya Antalyayê daxuyaniyek da çapemeniyê. Polîsên Tirk dor li avahiyê girtin û xwestin pêşî li HDP'iyan bigirin. HDP'iyan li gel vê zextê jî daxuyanî dan û pankarta bi nivîsa "Wekîlên girtî îradeya me ne" vekirin. Hevseroka HDP'ê ya bajêr Songul Şarkli got, li dijî êrîşên topyekûn wê bi rengekî topyekûn li ber xwe bidin.

BEDLÎS: Ji bo şermezarkirina Darbeya 4'ê Mijdarê li avahiya HDP'ê ya Bedlîsê daxuyanî hate dayin. Wekîlên HDP'î Ayşe Acar Başaran, Mahmût Celadet Gaydali, Omer Ocalan û HDP û DBP'yî tevlî bûn. Endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Nûrten Uzumcu got, "Em ê têkoşîna xwe ya siyasî û rêxistinî bidomînin."
    
QERS: Daxuyaniya li Qersê ji aliyê Rêveberê HDP'ê Bişar Abdî Alinak ve hate dayin. Alinak got, Em ê ti carî teslîmî operasyonên zilm û tasfiyeyê nebin."

ERZÎROM: Çalakiyeke din a protestoyî li Erzîromê pêk hat. Çalakî li avahiya HDP'ê ya bajêr pêk hat û gelek kes tevlî bûn. Alîkarê Hevserokên HDP'ê yên bajêr Omer Cemal Yazicioglû daxuyanî da.

COLEMÊRG: Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Colemêrgê li avahiya DBP'ê ya bajêr daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê. Di çalakiyê de peyama wekîlên berê yên HDP'ê yêng girtî Selma Irmak û Çagla Demîrel hatin xwendin. Wekîlan bal kişandin ser tecrîdkirina Ocalan û xwestin tecrîd bê rakirin, Ocalan azad bibe û pêvajoya danûstandinan û çareseriya demokratîk ji nû ve dest pê bike. Wekîlan gotin, "Heta ku gelê me, hevalên me yên jin û ciwan dest ji berxwedanê bernedin, em ê bi ser bikevin. Em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin."

DÎLOK: Li Dîlokê, komek ji HDP'iyan xwestin li Yeşîlsûyê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê, lê polîsên Tirk destûr nedan. Di navbera Parlamenterê HDP'ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl û polîsan de nîqaş derket. HDP'î piştî nîqaşê ber bi avahiya partiyê meşiyan. Togrûl li vir daxuyanî da çapemeniyê û darbeya 4'ê Mijdarê şermezar kir.

RIHA: Rêxistina HDP'ê ya Rihayê jî bi beşdariya parlamenterê Rihayê Nîmetûllah Erdogmûş daxuyaniyek da çapemeniyê û pankartek ji wêneyên wekîlên girtî vekir. Hevseroka HDP'ê ya Rihayê Aliye Kizildamar got, "Em soz didin ku em ê bibin neferên bi biryar ên têkoşîna demokrasî, aştî û azadiyê ya gelê me."

MELETÎ: Li avahiya HDP'ê ya Meletiyê jî daxuyaniyek hate dayin. Hevseroka HDP'ê ya Meletiyê Perîhan Yucekaya daxuyanî da û darbeya 4'ê Mijdarê şermezar kir.