Peyamên wekîlên dîlgirtî yên li ser '4'ê Mijdarê'

Wekîlên gel ên dîlgirtî diyar kirin ku Darbeya 4'ê Mijdarê nekarî gelê Kurd û siyaseta demokratîk biqedîne û gotin, serketin wê bi berxwedanê pêk were.

Wekîlên HDP'î yên dîlgirtî bi wesîla salvegera Darbeya 4'ê Mijdarê ji girtîgehan peyam dan.

OZKAN: KRÎZA CIVAKÎ GIRANTIR KIRIN

Parlamenter Bûrcû Çelîk Ozkan diyar kir, polîtîkayên ku piştî sala 2014'an li dijî tevgera siyasî ya Kurd û gelê Kurd hatin meşandin, krîza aborî, siyasî, çandî û civakî ya li Tirkiyeyê girantir kir. Ozkan got, "Dema ku mirov bala xwe bidin ser dîroka nêz, wê were dîtin ku polîtîkayên niha weke çareseriyê tên ferzkirin, ji aliyê her kesî ve hatiye qebûlkirin ku rê li ber neçareseriyeke giran vekirine. Lewma armanca gelên Tirkiyeyê divê hevgirtin û jiyaneke hevpar be."

Bûrcû Çelîk Ozkan anî ziman ku divê pêşî li siyaseta demokratîk bê vekirin, dest ji polîtîkayên ku cih li vê yekê deng dike bê berdan û got, "Em baş in û xwedî moral in. Em ê bi hev re di serdemên azad de bijîn."

YUKSEKDAG: EM Ê BI BERXWEDANÊ BI SER BIKEVIN

Hevseroka berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag işaret bi têkoşîna du salên dawî ya HDP'ê ya li dijî zext, zordarî, zilm û neheqiyê kir û got, "Yên ku ji wan hebû ku bi zindanan wê me heps bikin, dîtin ku xwe xapandine. Lê belê ji ber ku nizanin dersê ji şaşitiyê xwe derxînin, em ê dîsa hînî wan bikin. Ev wezîfe ya we ye, ya me ye, ya me hemûyan e. Li dijî desthilatdariya ku welêt dirizîne, yekane alternatîf em in. Ti êrîş, girtin û dorpêçkirin wê nikaribe pêşî li meşa HDP'ê bigire."

Yuksekdag bi vê bîr û baweriyê her kes silav kir û got, "Em bi berxwedanê bi ser ket, em ê dîsa bi ser bikevin."

KIŞANAK: DARBE LI DIJÎ MIROVÊN KU JI BO MIROVAHIYÊ TÊDIKOŞIYAN HATIYE KIRIN

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak diyar kir, 4'ê mijdarê mezintirîn operasyona qirkirina siyasî ya dîroka Tirkiyeyê bû û got, "Di serî de gelê Kurd, hewldana ji bo çavtirsandina mûxalefetê, siyaseta giştî û jinan bû."

Kişanak got, "Darbeyeke siyasî bû ku li dijî her kes û hêzên ji bo mirovbûnê têdikoşiyan. Ji xwe neqediya. Xwe li gotineke bi tenê jî ranegirtin. Lê belê demê ev yek bi zelalî nîşan da; ne kes li ber kesî digere, ne jî ji paşeroja xwe ya demokratîk, azadîparêz û aştiyane vedigere. Em li hundir; gelê me û hemû hêzên demokrasiyê li ber xwe diin û bi ser dikevin. Îradeya gel li nava çar dîwaran nikare bê girtin û pêşî lê nikare were girtin. Mîna çemekî bi xum xumî diherike."

BALÛKEN: DÎTIN KU NIKARIN ENCAMÊ BIGIRIN

Parlamenterê berê yê HDP'ê yê Amedê Îdrîs Balûken işaret bi krîza siyasî, aborî, civakî û hiqûqî ya heyî kir û got, pêwendiya vê krîzê bi tengavkirina qada siyaseta demokratîk û darbeya 4'ê Mijdarê heye. Balûken, "Tevî vê yekê ne partiya me tasfiye bûye, ne jî îradeya gelê me kariye bê şikandin."

Balûken ragihand, di nava 2 salên bihurî de hem li hundir hem jî li derve, hêvî, bawerî û biryardariya partiya wan û gel mezin bûye û got, "Şert û merc çi dibin bila bibin, bi hêza ji meşrû û mafdariya xwe werdigirin, em ê xwedî li aştî, demokrasî û îradeya xwe ya azad derkevin. Em careke din sozê didin gelên xwe ku di vê oxirê de em ê têbikoşin."

DEMÎRTAŞ Û ZEYDAN: DEWLET HER DIRIZE

Hevserokê berê yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Parlamenterê berê yê HDP'ê Abdullah Zeydan diyar kirin ku yên bi girtina wan qaşo hewl dan pirsgirêkê çareser bikin, di nava du salan de li her cihî pirsgirêk giran kirin û gotin, "Lê em li ser xeta xwe ya demokrasî, azadî û aştiyê ne. Bi serbilindî em têkoşîna xwe didomînin.

Darbeya siyasî ya 4'ê Mijdarê ya li dijî HDP'ê hate kirin bi ser neket, wê bi ser nekeve. Li gel zext û zordariyê jî HDP ji doh bêhtir xurt e."

Demîrtaş û Zeydan ji bo civaka Tirkiyeyê jî gotin, bi bêdengiya li pêşberî dîlgirtina wan a siyasî re nebin şirîkê vê zerara mezin a li welêt û civakê tê kirin. Di peyamê de ragihandin ku li cihê edalet têk çûye, yên ku zerarê dibînin ne tenê ew in û gotin, "Civak û dewlet ji her demê bêhtir dirize."

Demîrtaş û Zeydan diyar kirin, zû ya jî dereng pîvanên demokrasî, aştî, edalet û wekheviyê wê li welêt bi cih bibin û gotin, "Di vê oxirê de em ê bi biryardarî têkoşîna xwe bidomînin."

DEMÎREL Û IRMAK: DIVÊ TECRÎD WERE RAKIRIN

Parlamenterên berê yên HDP'ê Çaglar Demîrel û Selma Irmak dan xuyakirin, operasyona ku weke darbeya desteserkirina îradeya gel 4'ê Mijdara 2016'an dest pê kir, hîn jî dewam dike û got, "Bi rêya operasyonên qirkirina siyasî dixwazin gelê Kurd û gelên Tirkiyeyê negihêjin hev."

Her du wekîlan di peyama xwe de ev bang kirin: "Rê û rêbaza zext û tepisandinê bi ser neket, welat hîn bêhtir ber bi kendêl ve dehf da. Ji bo di kendêl re wer nebe, divê tavilê ji vê yekê vegerin. Bi qedandina tecrîdkirina Ocalan re divê şert û mercên azadî û ewlekariyê ji bo wî bên amadekirin û veger li pêvajoya danûstandin û çareseriya demokratîk bê kirin."

Irmak û Demîrel bang li jin û ciwanan jî kirin: "Heta ku dest ji berxwedanê neyê berdan, serketin pêkan e. Em ê li ber xwe bidin û bi ser bikevin."

YILDIRIM: DIVÊ EM YEKÎTIYA XWE XURT BIKIN

Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Gulser Yildirim jî diyar kir ku di her şert û mercî de ew ê li ber xwe bidin û destpêkê bi wesîleya salvegera 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê hemû berxwedêr silav kir.

Yildirim li ser darbeya 4'ê Mijdarê ya li ser partiya wan got, ev êrîş hê jî berdewam dikin û ev êrîş parçeyek ji hişmendiya îmha û înkara gelê Kurd e, ku tifaqa faşîst a AKP-MHP serkêşiya vê dikin.

Yildirim işaret bi girîngiya yekîtî û tifaqê kir û got, "Divê em yekîtî û tifaqa hem bi gelê xwe, hem jî bi hemû gelên din re xurt bikin. Wê zîhniyeta ku penceşêra nîjadperestî û dijminahiya gelan dike, têk bibin. Bi bîr û baweriya ku wê têkoşîna me ya bi rûmet û prensîbên partiya me HDP'ê, bi ser bikeve û jiyana gelan bi ronahiya rojê xweş û geş bibe."