Girtiya 85 salî Sîsê Bîngol rakirin nexweşxaneyê

Girtiya  bi navê Sîsê Bîngol a 85 salî ya di Girtîgeha Tîpa T ya Tarsûsê de bû, piştî nerazîbûnan rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî ajansa PÎRHA’yê Gulşen Ozbek a ku parêzera Sîsê Bîngol e, diyar kiriye ku muwekîla wê ji bo tedawî û stendina rapora tendirustiyê rakirine Nexweşxaneya Zanîngeha Mêrsînê.

Ozbek diyar kir ku heke rapor were stendin, dibe ku Bîngol serbest were berdan.

Bîngol a ji ber temenê xwe êdî kesan nas nake, nexweşiyên mîde, şekir, astim û tansiyonê pê re hene.

Bîngol a ku tena serê xwe nikare pêdiviyên xwe yên rojane pêk bîne, bi alîkariya girtiyên din pêdiviyên xwe bi cih tîne.

Bîngol mehek beriya ku têkeve girtîgehê krîza dil derbas kiribû û tedawiya wê nîvî mabû.

Sîsê Bîngol di Nîsana 2016’an de li gundê Badan a Gimgimê ya Mûşê bi îddîaya ‘endama rêxistinê ye’ hatibû destgîrkirin. Bîngol di rûniştina pêşîn de ji ber nexweşiya xwe serbest hatibû berdan lê di Nîsana 2017’an de cezayê girtîgehê lê hatibû birrîn û hatibû girtin.