Li Dêra Zor bi dehan çete hatin kuştin

Li Dêra Zorê di navbera şervanên QSD’ê û çeteyên DAÎŞ’ê de bi dehan çete hatin kuştin, 2 wesayîtên çeteyan hatin îmhakirin.

Çawa ku dewleta Tirk êrîşî sivîlên gundên Kobanê û Girê Spî dikin, çeteyên DAÎŞ’ê jî du roj in êrîşî çeperên QSD’ê yên li bajaroka Hecînê dikin.

Operasyona li dijî çeteyên DAÎŞ’ê ya ku di 10’ê Îlonê de hatibû destpêkirin, ji ber êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Kobanê û Girê Spî di 31’ê Cotmehê de hatibû sekinandin..

Çeteyên DAÎŞ’ê roja Şemiyê bi şev ji ber barana li herêmê bi çekên giran êrîşî çeperên QSD’ê yên li Bakur û Bakurê Rojavayê Hecînê kirin.

Şervanên QSD’ê bersiv dan êrîşan û li gelek cihan êrîşên çeteyan hatin şikandin.

Di şer de bi dehan çete hatin kuştin û bi dehan çete jî birîndar bûn. Yek jê wesayîta bombebarkirî , 2 wesayîtên çeteyan hatin îmhakirin.

Roja Yekşemê, di destê êvarê de jî di navbera çeteyên DAÎŞ’ê  û şervanên QSD’ê de jî şer hebû