Erdal: Divê gelê me xwe ji têkoşîneke demdirêj re amade bike

Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê Bahoz Erdal diyar kir ku dewleta Tirk dixwaze Kurdan biqedîne û got, "Divê gelê me xwe ji têkoşîneke demdirêj û dijwar re amade bike. Heta ku li Kurdistanê dagirkerî hebe, berxwedan jî wê bidome."

Endamê Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê Bahoz Erdal bû mêvanê bernameya taybet a Stêrk TV.

GERÎLA 35 SAL IN LI DIJÎ DEWLETA TIRK ŞER DIKE

Erdal diyar kir ku şerê li Kurdistanê ji bo gerîla ne tiştekî nû ye û bi bîr xist ku 35 sal in gerîla li dijî dewleta Tirk şer dike. Erdal got, "Ji ber vê yekê gerîla, artêş, îstîxbarata Tirk û teknîka di şer de bi kar tînin, baş nas kiriye. Li gel vê yekê hêzên gerîla erdnîgariya ku lê şer dike baş nas dike û xwedî tecrûbeyeke mezin a şer e. Lewma, gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê bi tecrûbeya şer a 35 salan nîşan da ku li hemberî dewleta Tirk têk neçûye, berevajî; serketinên mezin bi dest xistiye.

Pêwîstiya gerîlayên Kurdistanê nîne ku bi rengekî cuda xwe îspat bikin. Ji ber ku tecrûbeya şer a 35 salan li pêş çavan e. Van 2 salên dawî Erdogan li Tirkiyeyê her tişt xistiye xizmeta şer. Di serî de çapemeniya Tirk, ti kes niha li Tirkiykeyê li ser tiştekî cuda naaxive. Ji çapemeniyê heta aboriyê, ji rêxistinên civakî yên sivîl heta spor, mizgeftê her tiştî li dijî gerîla û gelê me weke çekekê bi kar tîne."

HESABÊ ERDOGAN Ê LI SER TASFIYEKIRINA KURDAN

Fermandarê HPG'ê Bahoz Erdal anî ziman, şerê navbera gerîla û dewleta Tirk heta sala 2014'an şerekî bi kontrol bû, lê ji sala 2015'an û vir ve dewleta Tirk bi serkêşiya Erdogan şerekî topeykûn dike.

Erdal diyar kir, dewleta Tirk hemû îmkan û hêza xwe li dijî gerîla bi kar tîne û wiha pê daket: "Hesabekî wiha yê Erdogan hebû: dixwest van du salên dawî bi rêya teknîkê gerîla li Bakur biqedîne, bi desteka hin hêzên siyasî yên Başûrî êrîşê bibe ser Başûr, li Rojava jî şoreşê tasfiye bike û bi vî rengî Erdoganekî serketî derxîne holê. Bi vî awayî wê li Sûriyeyê, li Iraqê, li gelemperiya Rojhilata Navîn jî xwe cihek biafirandina û hîn bêhtir bixwasta.

Lê belê gelê me di hilbijartinê de got, 'Hûn dikarin me bigirin, dikarin gund û bajarên me xera bikin, lê hûn nikarin ti carî îradeya me teslîm bigirin'. Gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê jî bi lehengî li dijî vê teknîkê şer kir. Lewma ev planên gemarî yên dewleta Tirk ji hev ketin. Ji ber vê yekê Erdogan li dijî gelê Kurd dîn û har bûye, êrîş dike."

BI RÊYA TEKNOLOJIYA HERÎ PÊŞKETÎ LI DIJÎ GERÎLA ŞER DIKIN

Bahoz Erdal got, "Bêguman şerê ku niha li Kurdistanê tê kirin şerekî ji rêzê û hêsan nîne" û wiha dewam kir: "Artêşa Tirk bi rêya teknolojiya herî pêşketî li dijî gerîla şer dike. Lê gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê xwedî îradeyek ji pola ne, xwe her roj nû dikin û xwedî rêbaz û taktîkên afirîner in. Bi vê taybetmendiya xwe hesaban têk dibin. Çawa ku di şerê 35 salên dawî de derbên giran li artêşa Tirk hatin xistin û hesabên wan li hev derneket, wê ji niha û pê ve jî hesabên wan li hev dernekevin."

DI ÇEPERA HERÎ GIRAN DE RÊBER APO TÊDIKOŞE

Fermandar Erdal da xuyakirin, di vî şerî de êrîşa herî giran û mezin li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalna tê kirin û got, "Lewma di çepera herî dijwar û xurt de Rêberê me li ber xwe dide. Gerîla xwedî çek e, li çiyayên Kurdistanê azad e û li dijî dijmin şer dike. Gelê me jî li hev dicive û têdikoşe. Lê belê Rêber Apo bi tena serê xwe ye, li girava Îmraliyê li dijî terora dewletê bi rengekî dîrokî li ber xwe dide û têdikoşe."

Erdal anî ziman, yek ji armancên esasî yên dewleta Tirk qutkirina têkiliya Ocalan bi gel û tevgerê re ye ku bi vî rengî karibe wan parçe bikin û êrîşî gel û gerîla bikin.

Erdal got, "Lê belê di pratîka 3 salên dawî de hate dîtin ku gel û tevgera me bi yek wicûd li ser şop û felsefeya Rêber Apo bi biryardarî dimeşe, ji vê têkoşînê ti carî tawîzê nade. Lewma weke gerîlayên azadiyê yên Kurdistanê, bi geşkirina têkoşîna xwe em dikarin destê Rêber Apo xurt bikin.

Ji bo gelê me jî dikarim vê bêjim; divê her kes li cihê lê ye têbikoşe. Xwedîderketina li xeta Rêber Apo bi vî rengî dibe."

HIN HÊZÊN LI BAŞÛR JI BO BERJEWENDIYÊN ŞEXSÎ ALÎKARIYÊ DIDIN DEWLETA TIRK

Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG'ê Bahoz Erdal di dewama axaftina xwe de işaret bi nêzîkatiya hin hêzên li Başûrê Kurdistanê kir û got, eger dewleta Tirk hîn di şerê qirkirinê de israr dike û bi hêvî ye, sedemeke vê yekê jî hêviya wan a ji hin hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê ye.

Erdal ev tespît kir: "Hin hêzên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê dibêjin, 'Erdogan ne dijminê Kurdên li Bakurê Kurdistanê ye. Tenê dijminê PKK'ê ye û şer jî di navbera PKK û dewleta Tirk de ye. Nêzîkatiya Erdogan a li Kurdên li Bakur baş e. Ji xwe ji bo Kurdên li Başûr gelekî baş e. Pirsgirêk di navbera PKK û dewleta Tirk de ye'. Ya ji ber ku fêhm nekirine bi vî rengî tevdigerin, ya jî bi zanebûn vê dikin. Eger bi zanebûn be, hêzên vê yekê dibêjin şirîkê dijmin in. Nêzîkatiya Erdogan a li Kurdan bi sed qatî ji ya Tansû Çîller bêhtir dijminatiya li Kurdan e.

DIJMINATIYA ERDOGAN A LI KURDAN, JI YA ÇÎLLER, AGAR Û GUREŞ GELEKÎ ZÊDETIR E

Ji nêzîkatiya li nirxên Kurdan heta terora ku li gelê me dike, çi li Bakur, çi jî li Başûr an jî Rojava, ji Çîller, Agar û Dogan Gureş bêhtir dijminatiyê li Kurdan dike. Pêwîste her kes vê rastiyê bibîne. Beriya her kesî jî divê gelê me yê li Başûr û ev hêzên siyasî vê rastiyê bibînin."

Bahoz Erdal diyar kir, armanca esasî ya dewleta Tirk ew e ku Kurdan bi destê Kurdan qels bike û got, "Ji ber vê yekê divê gelê me yê li Başûr lîstikên siyasî yên qirêj ên Erdogan û dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê bibîne û hêzên siyasî jî vê yekê rast fêhm bikin. Dewleta Tirk naxwaze hêzên siyasî yên li Başûr xurt bibin. Ev yek di dema êrîşên DAÎŞ'ê û pêvajoya referandûmê de bi vekirî eşkere bû."

PKK DI DEMA HERÎ ZEHMET DE XWEDÎ LI GELÊ BAŞÛR DERKET

Erdal got, hewldanên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê gelekî metirsîdar in û diyar kir, haya gelek hêzan ji vê rewşa metirsîdar nîne û hin hêz jî di oxira berjewendiyên xwe de têkiliyê datînin.

Erdal bi bîr xist ku dewleta Tirk bikeve ku derê ji wir dernakeve û got, "Metirsiya li ser Başûrê Kurdistanê PKK nîne. Berevajî vê yekê, PKK di demên herî zehmet û giran de xwedî li Başûrê Kurdistanê derket. Ev rastî li Şengalê, li Mexmûrê hate dîtin. Ne tenê metirsiya li ser Başûrê Kurdistanê, metirsiya herî mezin a li ser hemû parçeyên Kurdistanê, dewleta Tirk e. Eger dawî li dijminatiya dewleta Tirk û Erdogan a li dijî Kurdan were anîn, di dewleteke din bi vî rengî nêzî Kurdan nabin.

PAŞEROJA AZAD A KURDISTANÊ BI YEKÎTIYA NETEWEYÎ DIBE

Em vê yekê ji hêzên siyasî yên li Başûr re dibêjin: Paşeroja azad a Kurdistanê bi yekîtiya neteweyî dibe. Dibe ku nêrînên xwe yên siyasî cuda bin, ev yek pêwîstiyeke demokrasiyê ye."

HETA KU LI KURDISTANÊ DAGIRKERÎ HEBE, WÊ BERXWEDAN JÎ BIDOME

Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG'ê Bahoz Erdal bi dewamî diyar kir, ku dewleta Tirk dixwaze dîroka kurdan bi temamî ji holê rake û got, "Dijminê li hemberî me dijminekî wiha ye. Piştî ewqas şehîd û têkoşîna me dayî, gelo em teslîm bibin? Gelo em xwe bê çare bikin? Ev ti awayî nabe. Ji ber vê yekê divê gelê me xwe ji têkoşîneke demdirêj û zehmet re amade bike. Heta ku li Kurdistanê dagirkerî hebe wê berxwedan jî bidome. Heta ku dewleta Tirk hewl bide dagir û qir bike, gerîla jî wê li dijî vê têbikoşe.

Wekî din, heta ku êrîşên qirkirina çandî hebe, gelê me wê li ber xwe bide. Êş û berdêlên vê têkoşînê wê hebin. Gelê me heta niha heq ji vê derketiye. Amade ye ku ji niha û pê ve jî berdêlan bide. Divê em hemû hêviyên dijmin ên li dijî Kurdan bişikînin. Dewleta Tirk çawa ku heta niha nekarî gleê Kurd biqedîne, ji niha û pê ve jî wê ti carî nikaribe biqedîne. Pêwîste em vê rastiyê nîşanî dijmin bidin.

DEM DEMA TÊKOŞÎN Û ŞER E

Ji ber vê yekê em xwe ji bo têkoşîneke mezin amade dikin. Çawa ku gerîla heta niha li ber xwe da û xwedî li armancên gelê me derket, ji niha û pê ve jî wê vê bike. Her wiha gerîla têra xwe heye. Em nabêjin sibê wê ev yek bibe. Heta ku ev dewlet maf û azadiya gelê me qebûl bike, têkoşîn wê bidome.

Ev têkoşîn heta ku derê û kengî biçe, wê bidome. Lewma em xwe naxapînin. Gerîla ji her demê bêhtir bi îdîa û biryar e. Siyaseta Erdogan û dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd eşkere ye. Nikarin xwe li cerdevanan jî rabigirin. Dixwazin ku cerdevan jî sixêfan li Kurdîtiyê bikin.

Kurdên ku sixêfan li Kurdîtiyê bikin û lenetê li Kurdîtiyê bînin, wê ji bo demekê qîmetê xwe li cem dewleta Tirk hebe. Kurdîtiyeke ji bilî vê qebûl nakin. Lewma dem dema şer û têkoşînê ye. Wê li Kurdistanê pêvajoya têkoşîn û berxwedanê hebe. Bi pêşengiya gerîla wê çalakiyên qet têk naçin dest pê bikin."

GELÊ ME BÊ ALTERNATÎF NÎNE

Erdal bi bîr xist ku di dîrokê de ti şer bi hêsanî derbas nebûye û got, "Şer timî dijwar .e Mixabin di şer de mirin heye. Dijmin vî şerî li ser me ferz dike. Dibêje 'Ya hûn ê bibin koleyê min, ya jî hûn ê bimirin'. Rêyeke din nas nake. Em jî vê yekê ji dijmin re dibêjin: Em ne koletiyê qebûl dikin, ne jî em mîna berê qels in. Dibe ku hûn hinekan ji me bikujin. Lê belê berdêla ku hûn ê bidin wê ji vê gelekî girantir be. Lewma niha hêza gelê me heye. Navnîşana ciwanan jî diyar e.

Divê her mirovekî Kurd bi vê zanbe; dewleta Tirk dijminê Kurdan e û dixwaze Kurdan biqedîne. Ti hêviya Kurdan ji dewleta Tirk nîne. Paşeroja zarokên Kurd di nava dewleta Tirk de nîne, ji bilî komkujî, qirkirina çandî û tinebûnê. Tiştekî ku dewleta Tirk ji bilî van bide Kurdan nîne. Lewma gelê Kurd jî bê alternatîf nîne. Gelê Kurd ne mecbûrî dewleta Tirk e. Dewleta heyî ji bilî mirin û koledariyê şenseke din nade Kurdan. Divê gelê Kurd ji aliyê ruh û mejî ve xwe ji zîhniyeta dewleta Tirk rizgar bike û bi rengekî azad bijî."