Yalçindag: DMME wê di derbarê serlêdana HDP’yiyan de biryar bide

Parêzer Yalçındag ani ziman ku bi pênc sernavan ji bo hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag û 7 parlementeran serî DMME’yê dabûn. Di derbarê vê serlêdanê de DMME biryara xwe eşkere dike.

4’ê Mijdara 2016’an hevserokên berê yên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag jî tê de 11 parlamenter hatibûn girtin. Ev bû 2 sal in hevserok û parlamenter girtî ne. Piştî deslênedana wan hat rakirin hevserokên HDP’ê Selahattîn Demîrtaş, Fîghen Yuksekdag, wekîlê komê Îdrîs Balûken jî tê de Nûrsel Aydogan, Sirri Sureya Onder, Selma Irmak, Ziya Pîr, Ferhat Encu, Gulser Yildirim, Leyla Bîrlîk û Îmam Taşçier hatibûn destgîrkirin. Piştî destgîrkirinê Sirri Sureya Onder, Ziya Pîr û Îmam Taşçier bi şertê kontrola edlî hatibûn berdan. Lê belê hevserok Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, wekîlê komê Îdrîs Balûken û Abdullah Zeydan, Ferhat Encu, Leyla Bîrlîk, Gulser Yildirim û Nûrsel Aydogan hatibûn girtin.

Parêzera wan Reyhan Yalçindag di derbarê girtina muwekîlên xwe de axivî û anî ziman ku di bin 5 sernavan de serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) dane. Li bendê ne ku di demeke nêz de DMME biryar bide.

Yalçindag anî ziman ku piştî serlêdana wan a bi daxwaza tazmînat û berdanê, DMME’yê ji Tirkiyeyê xwestiye ku parastina xwe bike. Tirkiyeyê parastina xwe ji DMME’yê re şandiye û li bendê ne ku di demeke nêz de DMME biryara xwe ya di derbarê mijarê de bide.