Doktoriya li nava refên gerîla

Silav Newal ku bi bandora endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Nûman Amed tevlî nava refên gerîla bû û doktoriyê dike got, "Dema ku dibînin hevalên birîndar piştî tedawiyê rehet dibe, moralê jê digirim."

Gerîlayên PKK'ê ku bi dehan salan e li dijî dewleta Tirk û hevkarên wê bi rengekî bê navbera têdikoşin, xwe ji her alî ve bi pêş dixin û têkoşîneke piralî dikin.

Ji gerîlayên YJA Starê Silav Newal, bi perwerdeya ku di nava vê têkoşînê de wergirtî, hewl dide li qada tenduristiyê alîkariyê bide hevrêyên xwe. Gerîla Silav li çiyayên Botanê doktoriyê dike û dibêje, tedawîkirina hevrêyan ji bo wê çavkaniya herî mezin a moralê ye.

Silav Newal li Amedê ji dayik bû. Qala jiyana xwe ya beriya têkoşîna li çiyê dike: "Sala 2010'an tevlî nava refên gerîla bûm. Dema ku biçûk bûm, heval li gund dihatin mala me ya li gund û bi vî rengî min heval didît. Wê wextê gerîla gelekî bala min dikişand. Bi taybetî fermandarê herêma Amedê hevalê Nûman gelekî bandor li min kir."

Gerîla Silav diyar kir, tevî ku ew zarok jî bû pîvanên milîtanî û partiyê yên fermandar Nûman nîşan dida, her wiha dilsoziya wî ya bi Rêberê Gelê Kurd û partiyê gelekî bandor li wê kiribû.

GERÎLA NÎŞANEYA HERÎ MEZIN A AZADIYÊ YE

Silav ku di emrekî gelekî ciwan de berê xwe da nava refên gerîla, qala bîranînên xwe yên destpê kir: "Dema ku hatim nava refên gerîla, beriya her tiştî şêweyê jiyanê û hevrêtiya gerîla bala min ikşand. Dema ku min dît çek di destê jinê de ye û ji bo azadiyê li çiyê şer dike, ji bo gel têdikoşe, vê yekê gelekî bandor li min kir. Ji ber ku di nava sîstemê de zehmet e mirov jineke wiha bibîne ku ji bo welatê xwe, rêberê xwe, ji bo gelê xwe şer dike.

Gerîla nasnameyeke nû ye, sîstemeke nû ye, nîşaneya herî mezin a azadiyê ye. Di nava sîstemê de tê gotin, 'gerîla tenê çekê bi kar tîne'. Halbûkî gerîla ji bo her detaya jiyanê bi zanebûn tevdigere. Zanebûn mecbûriyet e; şert û merc vê yekê li ser mirovan ferz dike. Ji ber vê yekê divê gerîla ji her alî ve xwedî tecrûbe be."

BIKARANÎNA ÇEKÊ TÊRA GERÎLA NAKE

Silav Newal anî ziman ku gerîla ji her alî ve xwe bi pêş dixe û weke kedkareke tenduristiyê qala berpirsyariyên xwe kir: "Destpêkê bi fikar nêzî karê tenduristiyê bûm. Min timî ji xwe re digot, 'Di nava vê rêxistinê de ez dikarim hînî her tiştî bibim, lê nikarim hînî karê tenduristiyê bibim'. Lê piştre, sala 2015'an di pêngava Elkê de hin heval li cem me birîndar bûn û kesekî ku karibe di cih de mudaxle bike tine bû.

Ji ber vê yekê me nekarî wan hevrêyên xwe tedawî bikin û şehîd bûn. Vê yekê gelekî bandor li min kir û bi zora min çû. Min wê çaxê fêhm kir ku tenê bikaranîna çekê têra gerîla nake. Divê gerîla li çiyê ji her alî ve xwe xurt bike. Piştre min biryar da ku çi derkeve pêşiya min ez ê hîn bibim. Ji ber rastiya şer, şehadet û birîndarbûnê, ji bo me wate û girîng bû ku ji xwe ji aliyê tenduristiyê ve bi pêş bixîne."

EM NE TENÊ TEDAWIYA FÎZÎKÎ DIKIN

Gerîla Silav got, "Dema ku min rojnivîskên berxwedana Sûrê xwend, min fêhm kir ku ji ber bêtecrûbetiya personelên tenduristiyê, gelek şehadet çêbûne." Gerîla Silav anî ziman, piştî ku rojnivîskên Sûrê xwend, wê biryar da ku ji aliyê karê tenduristiyê ve bi pêş bixîne.

Di dewama axaftina xwe de gerîla Silav got, "Piştî ku dibînim hevalên birîndar bi tedawiyê rehet dibin, ev yek gelekî moralê dide min. Dema ku hevrêyên xwe tedawî dikim, welê li min tê ku birînên wan mîna ku birînên min e. Em êşa hevrêyê xwe hîs dikin û bi vî rengî wan tedawî dikin. Tedawiya me ne tenê tedawiya fîzîkî ye. Em ji aliyê ruhî û psîkolojîk ve alîkariyê didin hevrêyên xwe. Û ev yek ji bo min çavkaniya herî mezin a moralê ye. Piştî ku min dest bi doktoriyê kir, gelekî bi moral bûm; ji ber ku min dît ku ne tiştekî mirov jê bitirse. Bi vê berpirsyariyê, ji bo hilanîna tola salên biuhrî têdikoşim."