Îran hat tecrîdkirin!

Pêla duyemîn û dawî ya ambargoya DYA'yê ya li ser Îranê êvara Yekşemê dikeve meriyetê. Kî bi Îranê re kar bike, dibe ku bikeve ber ambargoya DYA'yê.

Rêveberiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) meha Gulanê bi rengekî yekalî xwe ji peymana nukleerê ya bi Îranê re vekişand. Ev biryar di heman demê de biryara vegera li ambargoyê bû. Pêla destpêkê ya ambargoyê meha Tebaxê bi cih hate anîn. Hemû pêkanînên ku bi peymana nukleerê re hatibûn rawestandin, wê ji êvara Yekşemê û pê ve bikevin meriyetê.

ŞÎRKETÊN FRANSAYÊ JI ÎRANÊ VEKIŞIYAN

Lîsteya pêkanînan dirêj e. Di hedefa pêkanînên meha Tebaxê de sektora otomobîlan, sektora hewakariyê û gelek sektorên din hebûn. Van pêkanînan bi taybetî bandor li Fransa û Elmanyayê kirin. Fransayê daxwazên Aîrbûsê rawestand û du projeyên Renaûlt û PSA'yê hatin betalkirin.

Ji şeva Yekşemê û pê ve ambargoya li ser sektora enerjiyê dest pê dike ku ev yek ji bo Îranê gelekî stratejîk e. Saziya elektrîkê ya Fransayê tîmên xwe yên endezyar ên li Îranê vekişandin. Koma Total ragihand ku wê projeya xwe ya mezin a gazê ya li kendavê rawestîne. Ev yek projeyeke ji 5 milyar dolarî bû.

DAÎMLER A ELMAN KARÊ XWE YÊ LI ÎRANÊ SEKINAND

Şîrketa Daîmler a Elman ku li ser asta cîhanê şîrketa sereke ya çêkirina otomobîlên luks û qemyonan e, karên xwe yên li Îranê sekinand. Daîmlerê dixwest il Îranê qemyonên Mercedes-Benz çêbike û bixe bazarê.

Sefîrê DYA'yê yê li Elmanyayê roja 20'ê Îlonê bi daxuyaniyekê ragihand ku Volkswagen wê karê xwe yê li Îranê bi sînor bike. Biryareke bi vî rengî ya Volkswagenê hîn nehatiye piştrastkirin.

ŞÎRKETA MEZIN A GAZÊ YA ÎTALYAYÊ

Peymana şîrketa mezin a gazê ya Îtalyayê ENI ya bi Îranê re dawiya sala 2018'an diqede. Nayê zanîn bê wê were dirêjkirin an na. Li gorî peymana heyî ya ENÎ, mehê bi 2 milyar dolarî petrol tê kirîn.

Koma Sîemensê ya Elman, Adara sala 2016'an di mijara jeneratorên ji bo santralên elektrîkê û turbînên gazê de bi şîrketa Îranê Mapna re hevkarî kiribû. Berdevkekî şîrketê diyar kir ku li gorî rewş û bûyerên der heqê Îranê de biqewimin wê tedbîran bigirin.

KÎ BI ÎRANÊ RE KAR BIKE DIBE KU BIKEVE BER AMBARGOYÊ

Bi Îranê re têkiliya gelek welatan a bazirganî û aboriyê heye. Lê belê ji niha û pê ve kî bi Îranê re kar bike, dibe ku bikeve ber ambargoyê. Ji ber ku bazar li ser dolar kar dike, ev yek hinceteke têrker e ji bo pêkanîn. Tecrûbeyên vê yekê berê derketibûn holê. Ji ber vê yekê, ti banka wê pereyê ji Îranê bê qebûl neke. Divê ev yek bi rêya navbeynkarekî bê kirin. Lê belê ev rêbaz jî gelekî tevlîhev xuya dike.

WÊ HERÎ ZÊDE MIROVÊN XIZAN BIBIN MEXDÛR

Telekom an jî sektorên xurekê ku li derveyî ambargoyê ne, bi nêzîkatiyeke hay ji xwe heyî, tevdigerin. Rêveberê ti şîrketê rîska pêkanîna malî nade pêş çavên xwe.

Ji aliyê teorîk ve, sektorên weke derman, xurek û telekomê ji ber hincetên însanî nakevin ber ambargoyê. Lê di pratîkê de pêkanînên ku Washîngton li ser Îranê ferz dike, dike ku hemû têkiliyên bazirganiyê rawestin.

Yên ku herî zêde bibin mexdûrê pêkanîna wê mirovên xizan bin. Li gorî çavkaniyên mûxalîf, 80 ji sedî yê nifûsa Îranê di bin sînorê xizaniyê de ne.

Ji aliyê siyasî ve hin daxuyanî bên dayin jî, tê gotin ku di pratîkê de kes nikare li ber Serokê DYA'yê Donald Trûmp rabe û ambargoyê ji nedîtî ve bê.