Îranê Kolberekî din jî kuşt
Kolberekî ku li Şêx Sela ya navçeya Salas a Kirmanşanê ji hêla hêzên Îranê ve hatibû birîndarkirin, jiyana xwe ji dest da.
Kolberekî ku li Şêx Sela ya navçeya Salas a Kirmanşanê ji hêla hêzên Îranê ve hatibû birîndarkirin, jiyana xwe ji dest da.
Bi êrîşa duh a hêzên rejîma Îranê ya li ser kolberan a li Şêx Sela ya Salasa Kirmanşanê, kolber Borumend Behramî jiyana xwe dest dabû û Erkan Behramî û Hoşyar Nemanî bi birîndarî rakiribûn Nexweşxaneya Ezgele. Nemanî jiyana xwe ji dest da, tedawiya Behramî hê didome.
Li gorî Rêxistina Mafê Mirovan a Kurdistanê, Cotmehê rejîma Îranê 6 kolber kuştin.