Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê bang li Kurdên li Elmanyayê kir ku xwe ji helwestên tund vegirin û li gorî qanûnan çalakiyan bikin. KCK'ê ji hikumeta Elman jî xwest ku serdana Erdogan betal bike.

Orgeneral Ismaîl Temel bêhtir bi çepikên xwe yên ji bo Erdogan bû rojev, ne bi sûcê şer ê ku kirî. Ew êdî berfermandarê Erogan, tetîkêşê wî û mekîneya wî ya sûc e. Vê carê bi kincên ‘pêşmerge’yan hate rojevê.

Navenda Çapemeniyê ya YPG’ê diyar kir ku hêzên wan di 3’ê Îlonê de hin rêzeçalakî li dar xistine û Fermandarê Tûgaya 23’emîn Ahmed Semîr Brîer jî di nav de 15 çete hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku di çalakî û şerê li Colemêrg û Qersê de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, AKP'ê mîna Abdulhamît 'dewleta sîxuriyê' ava kiriye û dixwaze her kesî bixe nava sûc. Kalkan bang li welatiyan kir ku xwe ji karê sîxuriyê vegirin.

Yek ji serçeteyên DAÎŞ'ê Adil Mûsa Ebdilcezar bi operasyoneke taybet a hêzên YPG'ê li Efrînê hate girtin.

Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûya Gelan (HBDH) diyar kir ku hêzên wan li Gîresûnê çalakî li dar xistine û 2 endamên JOH’ê kuştine.

Berdevkê Kremlînê Dmîtrî Peskov diyar kir ku artêşa Sûriyeyê amadekariyan dike ku pirsgirêka 'terorîzmê' ya li herêma Îdlibê çareser bike.

Li bajarokê Şeladizê yê bajarê Amediye yê Başûrê Kurdistanê, ji ber bomberdûmana artêşa Tirk a dagirker şewat derket. Şewata li daristanê dewam dike.

Li Japonyayê bahozeke xedar pêk hat. Tê diyarkirin ku di nav 25 salên dawîn de, ev bahoza herî xedar e.

Diyar bû ku li nêzî balyozxaneya Qahîreyê ya DYA’yê teqînek çêbûye û di encamê de kesek birîndar bûye.