Tişta ku şal û şapikê ‘pêşmerge’ yê Orgeneral Temel dibêje..

Orgeneral Ismaîl Temel bêhtir bi çepikên xwe yên ji bo Erdogan bû rojev, ne bi sûcê şer ê ku kirî. Ew êdî berfermandarê Erogan, tetîkêşê wî û mekîneya wî ya sûc e. Vê carê bi kincên ‘pêşmerge’yan hate rojevê.

Generalê Tirk Metîn Temel di kampanyaya serokkomariyê û hilbijartina giştî de, dema ku Erdogan namzetê CHP’ê Muharrem Înce rexne kirî, ji Erdogan re li çepkan dabû û bûbû rojev. Înce got, ‘ez ê pirpirîkên wî ji ser milê wî bikim’ lê piştre bi paş ve gav avêt. Ev der weleatetî wiha ye ku pirpirîkên generalan ji milê wan nayên kirin lê pirpirîkên din bi milan ve têne zêdekirin. Wiha, ‘Fermandarê Efrînê’ yê Erdogan Metîn Temel, bi civîna dawî ya Şûraya Bilind  bi ‘orgeneraliyê’ terfî bû.

HER KU SÛC DIKIN TERFÎ DIKIN

Sicîla Temelî tije ye. Çi dema ku sûc kirî terfî bûye. Herî dawî piştî dagirkeriya li ser Efrînê 20’ê Çile terfî bû. Li Efrînê bi rengekî sîstematîk sûcên şer hatin kirin. Sivîl û jîgehên sivîl hatin bombekirin, bi sedan kes hatin kuştin, bi deh hezaran jê ji cih û warên wan hatin kirin. Hema hema her roj, nûçeyên li ser desteserkirin, êşkence, înfaza, xesb, talan, destavêtin û destdirêjiyê tên.

Temel ê ku ji Serpeliyê dest pê kirî, ji bilî carekê, tim li xaka Kurdan bi peywira mekîneya sûc rabû.

KINCÊN PÊŞMERGEYAN

Van çend rojan ji ber wêneyekî xwe yê bi şal û şapikê ‘pêşmerge’yan dîsa bû rojev. Li medyaya sosyal li ser vî wêneyî tê gotin, dema ku ‘bi peywireke taybet’ bûye ev wêne hatiye girtin. Şal û şapikên pêşmerge li ser in, di dest de keleşek û li stûyê xwe cemedanek pêçaye.

Diyar e ku wêne salên 1990’î hatiye girtin. Tê gotin Temel e ku di nav ‘Qewetên Taybet’ de bû, salen 1990’î di şerê nav hêzên Kurd de, din av wan leşkerê Tirk de bûye ku li herême bi ‘peywirekê’ bû.

 

 

Li pişt gotina şîlo ya ku medyaya Tirk ‘peywir’ gotî pratîkeke gemarî heye. Pratîkên wan ên dagirkeriyê yên li parçeyekî Kurdistanê ku jê re ‘peywir’ dibêjin, ji mijara sûcê şer ê giran e û sûcê dijî mirovahiyê re bûne rojev.

Wêne bi serê xwe nabêje bê ka leşkerên Tirk çima li Başûrê Kurdistanê ne lê hebûna wan a li welatekî dî, li ser xaka civakeke dî gelek tiştan dibêje. Beriya şerê navxwe 1992’yan PDK û YNK’ê li hev kiribûn. Ber bi hilbijartinê ve  diçûn. Mîtîngan dest pê kiribû. Piştre li 1’ê Gulana 1994’an li  Silêmaniyê Ranyayê guleyek teqiya. Şerekî giran dest pê kir û nêzî 10 salan berdewam kir.

BI KINCÊN CUDA SÛCÊN ŞER..

Li kûdera Kurdistanê şerê navxwe, li kûderê talan, kuştin, kavilkirin, îxanet hebe hebûna dewleta Tirk a li wan deran êdî mirov şaş nake. Belkî aliyê Tirk ti caran wê daxuyaniyeke rast nede bê ka Temelî çima şal û şapikên ‘pêşmerge’ li xwe kirine, lê paşeroja şer ya vê dewletê, bi kîjan kincan jî be, nîşan dide ku ‘sûc’ kiriye. Di gelek dozan de leşker jî li xwe mikur hatin. Li Bakurê Kurdistanê bi kincên gerîla an jî sivîl sûc kirin. Dozên JÎTEM’ê bi avn mikurhatinan tije ye. Di Doza JÎTEM’ê ya Qoserê ya Îlona 2017’an e şahid Bedran Akdag ku îfadeyên wî hatin xwendin, behsê dikir ku JÎTEM’ê cînayetên ku dikir davete ser PKK’ê. Bedran digot, ‘’Min personelên leşkerî dîtin ku kincên gerîla li xwe kirin û cîneyat kirin’’. Kurdan jî bi dehan salan ev dîtin, bûne şahid û qurbanê vê.

KENGÎ WÊ BI SÛCÊN KU KIRIN WERIN ROJEVÊ

Belkî îro zêde pêdivî bi van kincan nabînin, ji ber ku êdî hişkere komkujiyan dikin, înfazan dikin. Ferman, ji asta herî jor bi rengekî ku her kes bibîhîse têne dayin. Dagirkeriyê bi ‘pesindayin’ê dikin, komkujî bi gotinên netewperweriyê û dînî têne handan. Hovîtiya ji Cizîrê ta bi Efrînê hişmendiya komkujiyê bi rengekî pir vekirî nîşan dida.

Nayê zanîn bê ka Temel ê ku ji bo ji Erdogan re li çepkan da bû rojev û terfi stand wê kengî ji ber sûcê ku kirî bibe rojev. Lê şal û şapikên ‘pêşmerge’ gelek tiştan ji Kurdan re dibêje, gelek tiştan bi bîra Kurdan dixe.