HPG: Herî kêm 7 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku di çalakî û şerê li Colemêrg û Qersê de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand. HPG'ê diyar kir ku li Gever 5, li navçeya Elkê ya Şirnexê jî herî kêm 2 leşkerên Tirk hatine kuştin.

HPG'ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kir;

GEVER

"Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de roja 3'ê Îlonê saet 18:45'an li dijî artêşa TC a dagirker ku li qada Deriyê Xiz a herêma Deriyê Cafer ya navçeya Gever a Colemêrgê bicih bûbûn çalakiyek lidar xistin. Bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin. Di çalakiyê de gelek çeper û konên dijmin hatin rûxandin û qasî hate tespîtkirin 5 leşkerên dijmin hatin kuştin. Piştî çalakiyê artêşa TC a dagirker kuştî û birîndarên xwe bi helîkopterên skorsky ji herêmê rakir.

LI NAVÇEYA ELKÊ YA ŞIRNEXÊ GELEK LEŞKER HATIN KUŞTIN

Artêşa TC a dagirker şeva 24'ê Tebaxê li herêma Geliyê Lêvinê ya Colemêrgê, herêma Tirşine û Çalyan a navçeya Payizava ya Wanê û li herêma Elkê a Şirnexê operasyonekî berfireh dabû destpêkirin. Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de roja 28'ê Tebaxê danê nîvro li dijî yekîneyekî ya operasyonê li sêgoşyea Tirşinê, Çalyan û Feraşînê çalakiya sabotajê lidar xistin. Di çalakiyê de gelek leşker hatin kuştin, hejmara kuştî û birîndarên hêzên dagirker nehate tespîtkirin. Operasyona dagirkeriyê roja 31'ê Tebaxê bêyî ku encam bigire qediya.

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de roja 3'ê Îlonê seat 17:00’an li herêma Deriyê Berana ya herêma Kato Marînos ya navçeya Elkê a Şirnexê li dijî leşkerên dagirker çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de bi serketî li hêzên dijmin hate xistin, 2 leşker hatin kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

LI QERSÊ OPERASYON Û ÇALAKÎ

Artêşa TC a dagirker roja 1'ê Tebaxê li gundê Geventepe yê navçeya Qaqizman a Qersê operasyonekî berfireh da destpêkirin. Roja 5’ê Tebaxê di navbera hêzên me û hêzên dagirker de şerekî dijwar qewimî. Di şer de gelek leşkerên dijmin hatin kuştin û hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin. Hêzên dagirker di vê operasyonê de weke ku windahiyên gerîla çêbûne servîsî çapemeniyê kir. Agahiyên di çapemeniya dijmin de derbas dibin ne rast in, yekîneya me ku tevlî şer bûyî bi awayekî saxlem vegeriyaye baregehên xwe. 

ÊRÎŞÊN HEWAYÎ

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker roja 3'ê Îlonê saet 21'ê bombe li herêma Geliyê Qiyametê ya gundê Zavîte û gundê Çemrobotkî yê herêma Çemankê ya bajarê Dihokê barandin. Ji ber bombebaranê herêma bi daristan şewitî û bax û baxçeyên gel zirareke mezin dîtin. Şewata li herêmê hê jî didome."