Kalkan: AKP'ê dewleteke sîxuriyê ava kiriye

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan got, AKP'ê mîna Abdulhamît 'dewleta sîxuriyê' ava kiriye û dixwaze her kesî bixe nava sûc. Kalkan bang li welatiyan kir ku xwe ji karê sîxuriyê vegirin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan bû mêvanê bernameya "Ulkeden" a Medya Haberê û 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê, êrîşên li ser Şengalê û Qendîlê, karê sîxurkirinê, hevkariya welatên Ewropayê û rejîma AKP'ê û operasyoneke gengaz a li Îdlibê nirxand.

GOTINA AŞTIYÊ BI TENA SERÊ XWE TÊRÊ NAKE

Kalkan bi wesîleya 1'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê got, "Aştî bi tena serê xwe têrê nake" û işaret bi şert û mercên ji bo pêkanîna aştiyê kir. Kalkan diyar kir, aştî bêyî azadî û demokrasiyê nabe û got, "Ji bo pêkhatina aştiyê, beriya her tiştî divê zîhniyet û siyaseta ku rê li ber şer vedike ji holê were rakirin."

ÊRÎŞA LI SER ŞENGALÊ BI DESTÛRA DYA'YÊ HATE KIRIN

Kalkan êrîşa dewleta Tirk a 15'ê Tebaxê ya li Şengalê nirxand ku Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zekî Şengalî lê şehîd bû û ji bo vê êrîşê got, "Dewama êrîşa qirkirinê ye ku DAÎŞ'ê 3'ê Tebaxê li Şengalê da destpêkirin."

Kalkan da xuyakirin ku êrîş beşek ji êrîşa dagirkirina Efrînê ye û destnîşan kir ku meseleya bingehîn dijminatiya li Kurdan e.

Dûran Kalkan diyar kir, DYA'yê destûr da êrîşa li ser Şengalê û got, "Meha Sibatê Wezîrên Karên Derve û piştre jî Wezîrê Karên Derve yê DYA'yê bi Erdogan re rûniştin. Li ser êrîşeke mîna ya Efrînê ya li ser Qendîl û Şengalê li hev kirin. Amerîkayê pejirand. Şertekî xwe hebû; şertê qebûlkirina dewleta Iraqê. (...) Xuya ye dewleta Iraqê qebûl kiriye ku ev êrîş pêk hat."

ZÛ YA JÎ DERENG WÊ BÊN MEHKÛMKIRIN

Kalkan işaret bi êrîşên li ser Efrîn, Şengal, Qendîl û Bradostê kir û destnîşan kir ku sûcên li dijî mirovahiyê tên kirin wê zû ya jî dereng bê darizandin. Kalkan got, "Em ê êrîşan bişikînin, em ê hesab bipirsin."

Kalkan êrîşa li Dersimê jî nirxand ku endamê Konseya Leşkerî ya HPG'ê Mahîr Atakan û komek hevalên wî şehîd bûn û got, "Divê ya ku li Dersimê hate kirin weke êrîşeke faşîst, terorê û komkujiyê bê dîtin. Qir dikin, dişewitînin, xwezayê dişewitînin."

Kalkan got, "Zîhniyeta li hemberî me, zîhniyeteke ku li dijî mirovahiyê sûc dike" û diyar kir, desthilatdariya Tirk ji bo li ser piyan bimîne, heta jê tê êrîş dike.

AKP HEWL DIDE CIVAKÊ TEV BIKE SÎXUR

Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan di dewama axaftina xwe de işaret bi rêxistinbûna sîxuriyê ya dewleta Tirk kir û got, "AKP hewl dide civakê tev bike sîxur. Jê heye ku bi vî rengî wê bi ser bikeve. (...) Rast e di vê mijarê de pere heye, zext heye, teror heye, em pê zanin, lê belê ji bo van jî be divê kes nebe şirîkê sûcên AKP'ê. Bi gotina 'Em çi bikin, tiştekî din ji dest nayê' nabe. Divê kes nebe şirîkê vê yekê. Ez hişyar dikim: Bila her kes bi rengekî aqilane tevbigere. AKP sûcekî dike ku zû ya jî dereng wê bê darizandin. Qirkirinê dike, komkujiyê dike. Kî tevlî vî sûcî bibe wê hesabê wê bide. Divê her kes xwe jê vegire. Ji xwe gelê Kurd jî wê hesab bipirse, tevgera azadiyê jî wê hesab bipirse. Em her roj dişopînin, lêkolîn dikin. Bila nebêjin, tişta ku kirine wê ji wan re bimîne. (...) Berdêla xwe çi dibe bila bibe wê ti carî dest ji hesabpirsînê neyê berdan. Yên ku tevlî siyaseta qirkirinê bûne bila zanibin ku gelê me, tevgera me, têkoşîna me li pey wan e. Wê rojekê bi sînga wan bigirin û hesab bipirsin. Lewma bila dest ji vî karî berdin."

DEWLETA SÎXURIYÊ HATE AVAKIRIN

Kalkan bal kişand ser rêxistinbûna sîxuriyê û wiha pê daket: "AKP mîna Abdulhamît dewleteke sîxuriyê ava kir. Bila her kes tişta bi serê Abdulhamît hatiye bibîne. (...) Sîstema sîxuriyê ava kiriye û her kesî tevlî sûc dike. Bila kes nekeve vê xefikê."

MESELEYA ÎDLIBÊ

Dûran Kalkan li ser operasyoneke gengaz a li Îdlibê jî got, "Xuya ye li her eniyê wê nakokî û şer giran bibe." Kalkan da xuyakirin ku li her eniyê têkoşînek heye û diyar kir ku şaş e Îdlib tenê weke Îdlibê bê dîtin. Kalkan destnîşan kir ku divê Îdlib li gel mijara; hebûna dewleta Tirk a li Ezaz, Cerablûs, Bab û Efrînê were nirxandin.

Kalkan herî dawî çalakiyên Dayikên Şemiyê û çalakiyên nobedê yên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nirxand û ji bo wan got, "Têkoşîneke pîroz dikin."