HBDH: Li Gîresûnê li dagirkeran hate xistin

Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûya Gelan (HBDH) diyar kir ku hêzên wan li Gîresûnê çalakî li dar xistine û 2 endamên JOH’ê kuştine.

Fermandariya Hevpar a Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûya Gelan (HBDH) têkildarî çalakiya di 3’ê Îlonê de ya li Gîresûnê ev daxuyanî da:

“Di 25’ê Tebaxê de hêzên dagirker ên dewleta Tirkiyeyê li zozanên Yaglidere yên Gîresûnê operasyonek dabû destpêkirin. Hêzên me demeke dirêj li zozana Yenîoba ya Yaglidereyê yekîneya JOH’ê xistine bin kontrola xwe. Vê yekîneya dijmin a ku tevgerên wan û cihên wan ketine bin kontrolê, gerîlayên me di 3’ê Îlonê de saet di 16.45’an de li wan dane. Di vê yekîneyê de 2 endamên JOH’ê hatine kuştin û endamekî JOH’ê jî birîndar bûye. Operasyona li qadê hê jî didome.”