Dewleta Tirk agir berda daristanên Amediyeyê

Li bajarokê Şeladizê yê bajarê Amediye yê Başûrê Kurdistanê, ji ber bomberdûmana artêşa Tirk a dagirker şewat derket. Şewata li daristanê dewam dike.

Balafirên şer ên artêşa Tirk roja 31'ê Tebaxê bombe li Geliyê Balinda û derdora gundên Saca, Çemê Meşa û Sitê yên bajarokê Şeladizê yê Amediyeyê barandin. Ji ber bomberdûmanê agir bi daristanê ket û şewata li herêmê dewam dike.

Li cihê ku şewat derket, xisareke mezin li sedan hektar dehl û rezê gundiyan bû. Ji ber bomberdûmanê kewarên mêşên hingiv ên herêmê şewitîn û gelek mêş telef bûn.

Artêşa Tirk ji bo nehêle gundî şewatê vemirîne, bi balafirên şer careke din bombe li herêmê barandin. Ji ber bomberdûmanê gundî neçar man ji herêmê vegerin. Şewata li herêmê dewam dike.