Li Japonyayê bahoza herî xedar a 25 salên dawîn

Li Japonyayê bahozeke xedar pêk hat. Tê diyarkirin ku di nav 25 salên dawîn de, ev bahoza herî xedar e.

Li Asyayê bahoza Jebî ya 21’emîn ya vê demsalê li bajarê Tokûshîma yê girava Shîkokûyê da. Piştre jî li girava Honshûyê da.

Leza bahozê bû di saetekê de 220 kîlometre. Ji bahoza herî xedar re, Jebî tê gotin. Tê diyarkirin ku ji sala 1993’an û vir ve, ev bahoza herî xedar e.

Cihên ku bahozê lê xistiye, baraneke zêde lê dibare û lehî pêk tê. Tê diyarkirin ku lehî dibe sedema mirinan.

Serokwezîr Shînzo Abe, gera xwe ya li rojavayê welat betal kir û ji ber vê krîzê civînek li dar xist.

Şîrketên balefiran jî 650 seferên xwe betal kirin. Beşeke balefirgeha Kansaî ya navneteweyî ya li nêzî Osakayê di bin avê de ma.

Gelek seferên trênê hatin sekinanadin û gelek mixazeyan jî deriyên xwe girtin.

Di mehên havînê de gelek bahoz li Japonyayê dide. Tê diyarkirin ku Jebî wê li rojavayê welat rê li ber xisarên maddî yên mezin veke. Di serê meha Tîrmehê de ji ber lehî û hezazan 220 kesan jiyana xwe ji dest dan.