Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Dîmenê çalakiya gerîlayên YJA Starê hate weşandin ku li herêma Barzanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî leşkerên Tirk pêk hat.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, li Qileban û Geverê ji ber êrîşa hewayî 5 gerîla şehîd bûne.

Navenda Ragihandinê ya YPG’ê encama şer û berxwedana şervanên YPG/YPJ’ê ya meha Tebaxê li Rojava û Bakurê Sûriyeyê eşkere kir. YPG’ê ragihand ku di meha Tebaxê de 57 leşker û çeteyên Tirk hatine kuştin.

Tevî gef û hişyariyên hin hêzên rojavayî, hikumeta Sûriyeyê bi desteka Rûsya û Îranê xwe ji bo şerê Îdlibê amade dike. Li hemberî wan jî komên çete hene ku bi deh hezaran endamên wan hene. Îdlib weke şerê dawî yê mezin tê dîtin.

Gerîlayên HPG'ê li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê li hêzên dagirker dan. Tê gotin ku di çalakiyan de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin.

Rêveberên Eniya Tirkmen a Iraqê (ÎTC) ku pişta xwe dide rejîma Enqereyê, piştî belgeyên eşkere bûn, li xwe mikur hatin ku bi rêya şîrketeke taybet komeke çete ya çekdar a ji 600 kesî ava kiriye.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê du birayên Êzidî revandin. Xizmên her du birayên hatibûn revandin beriya niha ji aliyê çeteyan ve hatibû qetilkirin.

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî diyar kirin ku di mehên pêşîn ên sala 2018’an de ji 1600’î zêdetir penaber di Behra Spî de xeniqîne.

Navenda Ragihandinê ya YPG'ê diyar kir, li navçeya Raco ya Efrînê di çalakiya 31'ê Tebaxê de 2 çete hatine kuştin.

Gundê Helhelê yê navçeya Hezroyê danê sibehê saet 4'an ji aliyê artêşa Tirk ve ji hewayê hate bombekirin. Hate gotin, piştî bomberdûmanê gundî nexweş ketine.