Li Amedê bomberdûman û 'qedexe'

Gundê Helhelê yê navçeya Hezroyê danê sibehê saet 4'an ji aliyê artêşa Tirk ve ji hewayê hate bombekirin. Hate gotin, piştî bomberdûmanê gundî nexweş ketine.

Bejahiya gundê Helhelê yê navçeya Hezro ya Amedê danê sibehê saet 4'an ji aliyê artêşa Tirk ve ji hewayê hate bombekirin. Tê gotin ku piştî bomberdûmanê gundî bi serêşiyê ketine, madê wan xeliya ye û şewat bi qirika wan ketiye.

Nayê zanîn bê ji ber bomberdûmanê kes miriye yan birîndar bûye. Gund ji aliyê bi sedan wesayitên zirxî ve hate dorpêçkirin.

Li gundên Dolûnay, Çavûndûr, Yalaza, Baglan û Ortaç ên Licê û gundê Helhel ê Hezroyê ku li herêma hatiye bombekirin e, ji aliyê dewleta Tirk ve derketina derve hate qedexekirin.