HPG'ê li gelek deverên Başûrê Kurdistanê li dagirkeran da

Gerîlayên HPG'ê li gelek herêmên Başûrê Kurdistanê li hêzên dagirker dan. Tê gotin ku di çalakiyan de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên gerîla daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî da:

LI LÊLÎKANÊ ÇALAKIYA SABOTAJÊ

"Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de hêzên me li Başûrê Kurdistanê li dijî artêşa TC a dagirker çalakî lidar xistin. Agahiyên berfireh ên têkildarî çalakiyan wiha ne;

Roja 31'ê Tebaxê saet 20:30'î hêzên me li Girê Lêlîkan ê herêma Bradost a Sîdekanê ya Başûrê Kurdistanê li dijî hêzên dagirker çalakiya sabotajê lidar xistin. Di vê çalakiyê de hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehate tespîtkirin.

Roja 2'ê Îlonê saet 07:10'an cara duyemîn hêzên dagirker ên li Lêlîkanê bûn hedefa hêzên me. Ji çar baskan ve li çeper û baregehên dijmin hate xistin û hejmara kuştî û birîndarên hêzên dagirker nehate tespîtkirin.

LI BARZANÊ ÇALAKIYA LI DIJÎ ÇEPERÊN LEŞKERÎ

Heman rojê hêzên me saet 10:30'î li girê Şehîd Mûnzûr ê nêzî Girê Xwedê yê herêma Barzanê li dijî artêşa TC a dagirker çalakiyek lidar xistin. Bi serketî li çeper û baregehên dijmin hate xistin. Di çalakiyê de hejmara kuştî û birîndaran nehate tespîtkirin.

ÊRÎŞA HEWAYÎ

Balafirên şer ên artêşa TC a dagirker serê vê sibeyê (3'ê Îlonê) derdora saet 3'an bombe li derdora gundê Kevnê Mijê yê navçeya Amediyê ya bajarê Dihokê yê Başûrê Kurdistanê barandin."