Li Behra Spî di heft mehan de 1600 penaber xeniqîn

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî diyar kirin ku di mehên pêşîn ên sala 2018’an de ji 1600’î zêdetir penaber di Behra Spî de xeniqîne.

Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku ji Çileyê heta Tîrmehê ji 1600’î zêdetir penaber dema ku xwestine biçine Ewrûpayê, di Behra Spî de xeniqîne.

Komîseriyê diyar kir ku, “Kesên ku xwe gihandine Ewrûpayê rêjeya wan bûye 41 ji sedî û rêjeya mirinê jî zêde bûye.”

Di raporê de ya bi navê ‘Rêwîtiya kesên bêhevî’ hate diyarkirin ku di heft mehên dawîn de ji 18 kesan yek di Behra Spî de yan xeniqiye yan jî winda bûye. Di heman serdema sala 2017’an de ev rêje ji 42 kesan yek bû.

EWRÛPA EW Ê BI MIROVBÛNA XWE BIHESE?

Gerînendeyê Buroya Ewrûpayê ya Komîseriyê Pascale Moreaû got ku, “Ev rapor diyar dike ku Behra Spî di cîhanê de yek ji cihê herî kujende ye.”

Moreaû got ku, “Bi kêmbûna kesên ku xwe gihandine Ewrûpayê re êdî ji rêvebirina kesên ku xwe gihandine Ewrûpayê wêdetir, mesele ev e ku ji bo rizgarkirina jiyana wan, gelo ew ê Ewrûpa bi mirovbûna xwe bihese an na?”