Li Qileban û Geverê 5 gerîla şehîd bûn

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, li Qileban û Geverê ji ber êrîşa hewayî 5 gerîla şehîd bûne.

Li gorî daxuyaniyê sê gerîla 11'ê Tebaxê li navçeya Qileban a Şirnexê, du gerîla jî 31'ê Tebaxê li navçeya Gever a Colemêrgê ji ber êrîşa hewayî şehîd bûn.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

"Artêşa TC a dagirker roja 11'ê Tebaxa 2018'an li herêma Pîran a navçeya Qileban a Şirnexê bi desteka hewayî dest bi operasyoneke berfireh kir. Bi piştgiriya balafirên keşfê yên bê mirov, balafirên şer û helîkopterên bi tîpa Kobra bomberdûmaneke giran li herêmê kirin. Ji ber vê bomberdûmanê 3 gerîlayên me yên leheng şehîd bûn.

31'ê Tebaxa 2018'an,  ji ber bomberdûmana artêşa TC a dagirker a li girê Meclîsê yê herêma Çarçella ya navçeya Geverê ya Colemêrgê 2 hevalên me şehîd bûn."

Di dawiya daxuyaniyê de sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê welatparêz ê Kurdistanê hate xwestin û hate gotin, "Em careke din soz didin soz didin, ji bo azadkirina Kurdistanê ku xewn û xeyalê şehîdên me ye, em ê têkoşîna xwe ya bê eman bidomînin."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Fîraz Dijwar
Nav paşnav: Ramazan Tosûn
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Fadîle-Zekî
Dem û cihê şehadetê: 11'ê Tebaxa 2018'an / Şirnex

Nasnav: Reşît Serdar
Nav paşnav: Ridvan Afşar
Cihê jidayikbûnê: Erzîrom
Dayik-Bav: Fatma-Omer
Dem û cihê şehadetê: 11'ê Tebaxa 2018'an / Şirnex

Nasnav: Zinar Ronî
Nav paşnav: Zekî Oger
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Alya-Hecî
Dem û cihê şehadetê: 11'ê Tebaxa 2018'an / Şirnex

Nasnav: Rojbîn Dara
Nav paşnv: Besna Remo
Cihê jidayikbûnê: Dêrik
Dayik-Bav: Zulfa-Abdulbakî
Dem û cihê şehadetê: 31'ê Tebaxa 2018'an / Colemêrg

Nasnav: Vejîn Cûdî
Nav paşnav: Elîf Kultur
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Dayik-Bav: Meryem-Sabrî
Dem û cihê şehadetê: 31'ê Tebaxa 2018'an / Colemêrg