Şerê li Îdlibê li ber derî ye

Tevî gef û hişyariyên hin hêzên rojavayî, hikumeta Sûriyeyê bi desteka Rûsya û Îranê xwe ji bo şerê Îdlibê amade dike. Li hemberî wan jî komên çete hene ku bi deh hezaran endamên wan hene. Îdlib weke şerê dawî yê mezin tê dîtin.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov hefteya bihurî daxuyaniyek dabû û Îdlib weke serkêşê pirsgirêkan bi nav kiribû û gotibû, "Em hêvîdar in ku hêzên rojavayî wê li pêşiya me nebin asteng ku herêmê ji terorê paqij dikin."

RÛSYAYÊ LI DERYA SPÎ DEST BI TETBÎQATA XWE YA DESTPÊKÊ KIR

Rûsyayê ji dema Yekîtiya Sowyetan û vir ve yekemcar li Derya Spî 1'ê Îlonê tetbîqata leşkerî kir. Tetbîqat wê heta 8'ê Îlonê bidome. Fermandarê Hêzên Deryayî yên Rûsyayê Vladîmîr Krolov got, "Kontenjaneke hêzên hewayî û deryayî yên Rûsyayê di navbera 1-8'ê Îlonê de wê yekemîn tetbîqata li Derya Spî organîze bikin."

Sînyalên Rûsya û hikumeta Sûriyeyê yên li ser operasyona Îdlibê roj bi roj zêde bûn. Hêzên rojavayî yên bi serkêşiya DYA, Fransa û Îngilîstanê hişyariya "felaketa însanî" kirin û gef xwarin, eger çeka kîmyewî bê bikaranîn wê bi tundî bersivê bidin. Li gorî Rûsyayê, çeteyên li Îdlibê ji bo rê li ber destwerdana hêzên rojavayî vekin, dixwazin êrîşeke kîmyewî bikin.

MÛALLÎM: EM BI BIRYAR IN KU ÎDLIBÊ AZAD BIKIN

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Velîd Mûallîm 30'ê Tebaxê daxuyaniyek da û got, "Rêveberiya Şamê li gel gefên êrîşê yên DYA, Fransa û Îngilîstanê bi biryar e ku xaka Sûriyeyê (Îdlib) azad bike."

Çavkaniyên rojavayî dibêjin, eger operasyona Îdlibê pêk were, ev yek wê bibe yek ji şerê herî dawî yê li Sûriyeyê û bibe şerê herî giran.

Hêza berfireh a li nava Îdlibê û derdora wê hatiye bicihkirin, nîşan dide ku wê şerekî giran biqewime. Nayê zanîn bê çiqas ji van teslîm bibin. Bazara ku dewleta Tirk kiriye, wê bandorê li vî şerî bike.

25 HEZAR ENDAMÊN TAHRÎR EL ŞAM HENE

Piraniya Îdlibê di destê Tahrîr El Şam de ye. Ev kom ji aliyê El Nûsra ya berê ve hate avakirin ku ser bi El Qaîde ve ye. Serkêşê wê jî Ebû Mûhammed El Cûlanî ye. Li gorî gelek çavkaniyan, 25 hezar endamên vê komê hene. Navenda wîlayeta Îdlibê jî di nav de zêdeyî nîvê wîlayetê di destê Tahrîr El Şam de ye.

Gelek kom li herêmê hene. Piraniya wan jî pêwendiya xwe bi El Nûsra û DAÎŞ'ê re heye û destekê ji Tirkiyeyê digirin. Ev komênhan roja 10'ê Tebaxê bi hewlana Enqereyê di bin sîwana Eniya Rizgariya Neteweyî de li hev civiyan. Di destê çeteyên li Îdlibê de tank, top û bi dehan dronên bi çek hene. Ji destpêka meha Tîrmehê û vir ve li dijî baregeha hewayî ya Rûs a Hmeîmîmê ya li wîlayeta Lazkiyeyê zêdeyî 45 caran êrîş hatin kirin.

150 HEZAR ÇEKDAR WÊ BI HEV BIKEVIN

Li gorî radyoya RFI ya Fransayê, 70 hezar çekdar li Îdlibê hene. Artêşa Sûriyeyê jî li dijî van koman tumenek ji Mûxafizên Komarê û Hêzên Dîcleyê xiste nava liv û tevgerê. Serkêşê Hêzên Dîcleyê jî Sûheyl el Hasan e. Bi gotineke din, li Îdlibê wê 150 hezar çekdar bi hev bikevin.

Bi dehan leşkerên Rûs ên li herêmê ne, wê tevlî vî şerî bibin. Li herêma ku şer wê lê biqewime 12 nuqteyên çavdêriyê yên Tirkiyeyê hene. Û li gorî hejmara fermî 1.300 leşkerên Tirk hene. Lewma ev şer weke şerekî tevlîhev tê dîtin.

GELO TETBÎQATA RÛSYAYÊ JI BO PÊŞÎGIRTINA LI ÊRÎŞA CÎHANA ROJAVA YE?

Tetbîqata Rûsyayê ya li Derya Spî jî bi vê operasyonê ve tê girêdan. Sefîrê Rûsyayê yê li DYA'yê beriya niha bi demeke kin pêşniyar li DYA'yê kiribû û ji bo Sûriyeyê gotibû, "Bila êrîşeke nû ya bê bingeh û îllegal neke." Tê gotin ku ev pêşniyara Sefîrê Bilind û tetbîqata tê kirin bi hev ve girêdayî ne. Roja pêncşemê jî Sergey Lavrov bang li hêzên rojavayî kiribû û gotibû, "Bi êgir nelîzin."

HÊZÊN SÛRIYEYÊ JI BO SIVÎLAN KORÎDOREK VEKIRIN

Ji balafirên Sûriyeyê belavok li herêmê hatin belavkirin û bang li şêniyên herêmê hate kirin ku xwe ji çeperên komên çekdar vegirin û bi yekîneyên hikumetê re hevkariyê bikin. Yekîneyên hikumetê her wiha li başûr rojhilatê wîlayetê ji bo sivîlan korîdorek vekirin. Tê gotin ku heta niha 15 hezar sivîl ji korîdorê derbas bûne. Ev hemû nîşan didin ku şerê Îdlibê li ber derî ye.