ÎTC'ê li xwe mikur hat ku komeke çete ya çekdar ava kiriye!

Rêveberên Eniya Tirkmen a Iraqê (ÎTC) ku pişta xwe dide rejîma Enqereyê, piştî belgeyên eşkere bûn, li xwe mikur hatin ku bi rêya şîrketeke taybet komeke çete ya çekdar a ji 600 kesî ava kiriye.

Parlamenterê berê yê YNK'yî Şiwan Dawûdî meha Hezîranê ji ANF'ê re ragihandibû ku Eniya Tirkmen a Iraqê li Kerkûkê bi navê Şîrketa Parastinê, komeke çete ya çekdar a ji 600 kesî ava kiriye.

Dawûdî diyar kir ku çeteyên vê komê ji aliyê Serokatiya Fermandariya Giştî ya Tirk ve li Enqereyê hatine perwerdekirin û mehane 400-700 dolar ji wan re tê dayin.

Parlamenterê berê yê YNK'yî bi belgeyan eşkere kiribû ku maeşên çeteyan ji aliyê Tirkiyeyê ve tên dayin.

Dawûdî bi bîr xistibû ku ev yek li dijî qanûnên Iraqê ye û destnîşan kiribû ku wan belgeyê li ser vê komê radestî organên pêwendîdar ên Iraqê kirine.

Endamê Konseya Serokatiyê ya YNK'ê û parlamenterê berê yê Kerkûkê Xalid Şiwanî jî daxuyaniyên Dawûdî piştrst kiribû.

Gelek rayedarên ÎTC'ê destpêkê ev îdîa red kiribû. Yek ji kesên ku ev daxuyanî da Aydin Marûf e ku li Parlamenta Hewlêrê hîn jî di kontenjana Tirkmen de parlamenter e.

Ji Berdevkên Eniya Tirkmen a Iraqê Alî Mufît roja Yekşemê li ser mijarê daxuyanî da û li vê koma çete ya bi belgeyan hate eşkerekirin mikur hat.

Muftî li ser sedema avakirina komeke wiha ya çete got, "Beriya bûyerên 16'ê Cotmehê daxwazên Tirkmenan hebn. Weke ku tê zanîn Heşdî Şabî yên Tirkmen li derveyî Kerkûkê ne. Hêza ku qala wê tê kirin jî bi fîrmayeke taybet ve girêdayî ye. Wezîfeya vê fîrmayê jî parastina Tirkmenên li Kerkûkê ye."

Berpirsyarê duyemîn ê rêxistina YNK'ê ya Kerkûkê Cemal Şikur nerazîbûn nîşanî daxuyaniyên Muftî da û diyar kir ku hêza navborî ji bo bajêr metirsî ye.

Şikur got, "Her hêzeke li derveyî hêzên ewlekariyê yên fermî werin avakirin, hêzeke milîs e. Hêzên bi vî rengî xizmetê nadin bajêr. Ji ber vê yekê, divê hemû rêxistin di bin sîwana hêzên ewlekariyê yên hikumeta Iraqê de cih bigirin."

Li Kerkûkê tevî artêşa Iraqê û hêzên polîsên federal û têkoşîna li dijî terorê, 22 tûgay û rêxistinên Heşdî Şabî hene. 2 tûgay û 3 tumenên Heşdî Sûnî li Kerkûkê hene. Di bin sîwana Heşdî Şabî de 3 tumenên Tirkmenên Şîa hene.