Nûçeyên sereke yên nava rojê
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...
Dewleta Tirk nahêle welatî şewata daristanan a li Dersimê vemirînin. Heyeta HDP'ê jî hate bajêr.
Dewleta Tirk a ku bi qule û qereqolan dixwaze xwe biparêze vê carê jî cerdevanan li ‘qûleyên zirxî’ bi cih dike.
Dewleta Tirk a ji aliyekê ve li Kerkûkê bi komên çete yên bi çek ku bi destê eniya Tirkmen herêmê têk dide, li aliyê din jî niyeta xwe ya di warê Kerkûkê de hê zelaltir kir.
Li qada Bradostê ya Başûrê Kurdistanê ku li dijî hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk bûye meydana şer, dewreyeke şervanên nû qediya.
Îran ku di nava krîzeke giran a aboriyê de ye, giraniyê dide ser qada biçekbûnê. Rêveberiya Tehranê balafira xwe ya şer a bi navê 'Kevser' ku malê Îranê ye da naskirin û mesaj da Tirkiyeyê.
Li eyaleta Kerala ya başûrê Hindistanê lehî pêk hat. Ji ber lehiyê 410 kes mirin û ji mîlyonekî zêdetir kes li wargehan hatin bicihkirin.