Dewleta Tirk li hemberî gerîlayan vedikişe qûleyan

Dewleta Tirk a ku bi qule û qereqolan dixwaze xwe biparêze vê carê jî cerdevanan li ‘qûleyên zirxî’ bi cih dike.

Dewleta Tirk li hemberî çalakiyên gerîlayan xwe li ‘qaleqolan’ diparêze.

Rejîma Enqereyê ya ku dixwaze bi bariyerên beton xwe biparêze, vê carê jî li ser rêyan ‘qûleyên zirxî’ ava kir. Ev qûleyên ku 10 ton in, berê jî li navendên bajaran hatibû bicihkirin.

Li gorî îddîaya dewletê ev qûle bi 10 ton teqemenî û êrîşên roketan jî hilnaweşe. Ew ê cerdevan li van qûleyan werin bicihkirin.

Beriya sê hefteyan li ser rêya Amed-Mêrdînê ji çend kîlometreyan carekê ev qûleyên 3 qat hatin bicihkirin. Li dora qûleyan jî bariyerên beton hatine danîn.

Artêşa Tirk ji bo ku xwe û rejîmê biparêze, qaleqolan ava dike. Li gorî daneyên fermî 69 qaleqol hatine çêkirin 12 qaleqol jî hê tên lêkirin. Xebatên proje û îhaleya 143 qaleqolan jî didome.