Dewleta Tirk nahêle şewata li Dersimê bê vemirandin

Dewleta Tirk nahêle welatî şewata daristanan a li Dersimê vemirînin. Heyeta HDP'ê jî hate bajêr.

Şewata li Dersimê ji ber bomberdûmana artêşa Tirk dest pê kir. Şewat li herêmên Balî Deresî, Malî Mezrasi, Muşkîrek, Bakir Daglari û Çirtik Deresî yên navenda Dersimê mezin dibe.

Dewleta Tirk ji bo vemirandina şewatê ji bejahî û hewayî ve tiştekî nake.

Midûriyeta Karên Daristanan a Dersimê ji bo vemirandinê dest li şewatê wernade. Welatiyên xwestin şewatê vemirînin, ji midûriyetê termik xwestin, lê midûriyetê neda.

Welatiyên dildar ji bo vemirandina şewatê ji gelek deveran çûn herêmê. Gundiyan jî destek dan dildaran. Komek ji 15 kesan danê vê sibehê ji bo vemirandina şewatê berê xwe da herêmê.

HEYETA HDP'Ê LI DERSIMÊ YE

Parlamentera Amedê ya HDP'î Salîha Aydenîz jî di nav de, heyeteke HDP'ê îro hate Dersimê. Piştî hevdîtinên li navenda Dersimê, heyetê biçe herêma şewatê.

Li bejahiya navçeya Xozadê jî şewata ku 15 roj in dewam dike bi giranî hatiye kontrolkirin.