Li Hindistanê lehî rabû: Milyonek kes ji warên xwe bûn
Li eyaleta Kerala ya başûrê Hindistanê lehî pêk hat. Ji ber lehiyê 410 kes mirin û ji mîlyonekî zêdetir kes li wargehan hatin bicihkirin.
Li eyaleta Kerala ya başûrê Hindistanê lehî pêk hat. Ji ber lehiyê 410 kes mirin û ji mîlyonekî zêdetir kes li wargehan hatin bicihkirin.
Bi kêmbûna baranê û hêdî hêdî vekişîna avê re, li vê herêmê ku navendeke geştyaran bû, encamên hilweşîna ji ber lehiyê derkete holê.
Berdevkê hikumeta xwecihî derbirand ku milyonek û 28 kesên ji ber lehiyê zirar dîtî li 3 hezar wargehên cuda yên eyaletê hatine bicihkirin.
Ji meha Hezîranê û pê de ji ber barana Mûsûnê 410 kes mirine. Tê ragihandin ku baranên Mûson ên îsal baranên herî dijwar ên sedsalê ne.
Parlamenterê Kerala û rayedarê payebilind ê berê yê NY’yê Shashi Tharoor, da zanîn ku ji ber barana zêde zêdetirî 50 hezar mal hilweşiyane.