Trûmp ji Tirkiyeyê re got: Em ê tawîzan nedin!
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trûmp diyar kir ku heke rahîp Andrew Brûnson were berdan ew ê tu tawîzan nedin Tirkiyeyê.
Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Donald Trûmp diyar kir ku heke rahîp Andrew Brûnson were berdan ew ê tu tawîzan nedin Tirkiyeyê.
Serokê DYA’yê Donald Trûmp têkildarî aloziya bi Tirkiyeyê re ji ajansa nûçeyan a Reûtersê re axivî û bal kişand ser peymana ji bo serbestberdana Ebrû Ozkan a ku hemwelatiya Tirkiyeyê ye û li Îsraîlê di girtîgehê de bû.
Trûmp diyar kir ku ji bo Ozkan serbest were berdan wî têkilî bi Îsraîlê re daniye û beramberî vî tiştî divê rahîp Brûnson jî bihata berdan.
Trûmp diyar kir ku ew li ser soza xwe ye û got, “Kesê ku Erdogan dixwest ew serbest bibe, min hewl da û ew kes serbest hate berdan. Ez jî ji wî dixwazim ku bila rahîp Brûnson serbest berde.”
Rêveberiya Îsraîlê diyar kiribû, ji bo ku Ozkan serbest were berdan, Trûmp daxwaz ji wan kiribû. Ozkan di 15’ê Tîrmehê de hatibû berdan. Lê rejîma Enqereyê diyar kir ji bo ku Brûnson jî serbest were berdan tu bazariyeke wisa tune.
Trûmp got ku, “Tişta ku Tirkiye dike, mirov xemgîn dike. Li gorî min ew şaşiyeke mezin dikin. Ew ê bi paş ve gav neyê avêtin.”
Trûmp diyar kir ku zextên li ser Tirkiyeyê û xisara ekonomîk wî naxe nav fikaran û got “Ez li ber nakevim. Ev gaveke rast e.”
Trûmp di 17’ê Tebaxê de li ser twîtterê gotibû ku, “Tirkiye bi salan ji DYA’yê sûd wergirt, niha jî rahîbê me serbest bernade. Ji bo serbestberdana mirovekî masûm em ê tu tiştî nedin.”