Li qada şer dewreyek din a gerîlayên qediya

Li qada Bradostê ya Başûrê Kurdistanê ku li dijî hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk bûye meydana şer, dewreyeke şervanên nû qediya.

Li qada Bradostê ku li dijî hewldana dagirkeriyê ya dewleta Tirk bûye meydana şer, dewreyeke şervanên nû qediya.

Di gera me ya qada Bradostê de vê carê jî em bûn mêvanê “Dewreya Şervanên Nû ya Şehîd Hemze”. Kom bi kom gerîla herikîn qada perwerdehiyê û li merasîma leşkerî ya Şervanên Nû mêze kirin. Di merasîma leşkerî de axaftin hatin kirin û sond xwarin ku rêya Zekî Şengalî û Atakan Mahîr bişopînin. Dûvre şervanên nû kom bi kom soz dan û yek bi yek nasnameyên xwe wergirtin. Merasîma leşkerî ya ku di nav çepikên gerîlayên qadê de dewam kir, bi gotina “Sax bî” ya ku heybetekê di hişê mirov de dihêle bi dawî bû.

Piştî merasîmê vê carê moralê dest pê kir. Bi stran, helbest û govendan dewam kir. Li vir koma muzîkê ya gerîlayan, Koma Awazên Çiya jî tevkarî kir û bi stranên xwe ve coşa qadê zêdetir kir.

Di nav vê rengîniyê de em kêmekî bi perwerdekarê dewreyê Simko Kerboran re axivîn. Simko Kerboran beriya niha bi demeke kurt ji aliye dewleta Tirk ve bi lîstokan wekî jiyana xwe ji dest dayî, hatibû nişandan. Bi çewtkirina encamên DNA’yê ve malbat hatibû xapandin û şerekî wisa psîkolojîk hem li ser malbatê hem jî li ser gelê Kurd hatibû meşandin. Simko Kerboran, ev rewşê bi bîr xist û got; “Niha dewleta Tirk bi vê rewşê bihesiya ew ê dîn bibûya. Hem ez sax im, hem jî niha em bi qasî dewreyekê zêdetir bûne” û dikene.

Li ser pirsa me ya, “Gelo bi ewqas şervanên nû re li vê qada ku her di bin xeteriya teknîka dewleta Tirk de ye, perwerdedîtin ne rîsk e?” Simko dibêje, “Em nikarin ji ber rewşa şer navberê bidin perwerdeya xwe û mezinbûna xwe. Eger ku em li gor dewleta Tirk biçûbana, gerek niha ez jî miribûma” û dîsa wî kenê xwe yê sempatîk bi me re parve dike.

Em ji qadê derdikevin û dibînin ku beriya niha bi çend saetan ên ku wekî şervanên nû tevlî merasîmê dibûn, bûne parçeyekî qada Bradostê û mîna gerîlayên din bûne gerîlayên azadiya Kurdistanê.