'Eger krîz bi vî rengî dewam bike wê derman nemîne'
Dermanfiroş Saît Yavûz got, eger krîza aboriyê dewam bike û qîmetê Lîreyê Tirk bi vî rengî kêm bibe, wê derman bikeve bazara reş û kes nikaribe pêşî li hilberîna dermanê sexte bigire.
Dermanfiroş Saît Yavûz got, eger krîza aboriyê dewam bike û qîmetê Lîreyê Tirk bi vî rengî kêm bibe, wê derman bikeve bazara reş û kes nikaribe pêşî li hilberîna dermanê sexte bigire.
Dermanfiroş Saît Yavûz ji ANF'ê re qala krîza aboriyê ya li ser sektora dermên kir. Yavûz bi bîr xist ku derman li Tirkiyeyê nayê hilberîn, lewma pirsgirêka îxracatê derdikeve holê û got, "Madeyên ku derman pê tên çêkirin bi Euro ji derve tê kirîn û bi vê madeyê derman tê çêkirin. Derman bi 7 TL'î tê hilberîn û bi 8 TL'î tê firotin. Bi vê yekê re hilberîner dixesirin."
DERMANÊN KANSERÊ WÊ PEYDA NEBIN
Yavûz diyar kir ku bi zêdebûna kûrê re gelke fîrmayên dermên xwe ji bazara Tirkiyeyê kişandine û ji ber vê yekê firoşgehên dermanan di peydakirina dermên de zehmetiyan dikişînin. Yavûz anî ziman, ku ferqeke mezin ketiye navbera buhayê hilberîn û firotina dermên û got, "Dermanên kanserê, onkolojî û neqla organan ew derman in ku ferqeke mezin di navbera wan de hene. Di navbera kûrê Euro yê rasteqîn û kûrê ku dewletê sabîtkirî de ferqeke mezin heye û ev jî rê li ber pirsgirêkek wiha vedike. Her ku kûr zêde dibe, derman bi dest nakeve. Ez qala zor, zehmetî û tengaviya kirîna dermên nakim. Dibe ku rojên welê bên ku dermanên kanserê, dermanên ji bo neqla organan mîna berê nikarin bên peydakirin."
YÊN KU DERMÊN ÇÊDIKIN DIXESIRIN
Yavûz got, "Dermanên bi rêbazên bîo-teknîk tên hilberîn, yên mîna însulîn li Tirkiyeyê nayên çêkirin" û destnîşan kir ku sektora dermên bi derveyî welêt ve girêdayî ye. Yavûz ragihand, dermanê ku ji derve tê kirîn jî dermanên ji bo nexweşên kronîk in û destnîşan kir ku bi zêdebûna kûrê re wê pirsgirêkeke mezin a tenduristiyê derkeve holê. Yavûz got, "Dewlet ji dermanfiroşan kêm dike û dixwaze bi vî rengî çareseriyekê bibîne. Lê belê ev yek wê ji bo nexweşan nebe çare. Ji ber ku piştî wextekê wê dermanên bîo-teknîk ên weke însulîn neyên Tirkiyeyê. Fîrmayên ku hildiberînin dixesirin."
BELAŞ NÎNE, BI PEREYAN E
Dermanfiroş Yavûz bi bîr xist, hejmara nexweşên ku tên firoşgeha dermên û bêyî ku karibin derman bikire bi destvala vedigerin zêde dibe û got, "Mirov dema ku tên firoşgeha dermên dibînin ku tenduristî û dermankirin belaş nîne. Mirov yekser serî li polîklînîka beşa lezgîn didin. Mirovên ku êş dikevin serê wan, bêvila wan xwîn dibe ya jî bi nexweşiyeke biçûk dikevin yekser diçin beşa lezgîn. Ev jî karê doktoran giran dike. Mîna ku tedawî bê pere ye nîşan didin. Lê belê dema ev mirov tên firoşgeha derman, dibînin ku divê 15 TL heqê mûayeneya nexweşxaneya ku çûyê bidin. Ya jî eger 8-10 caran çûbe, neçar dimînin ku 40 TL pere bidin. Em jî li ber nexweşan dikevin. Mîna dikanekê em nikarin deyn bidin. Mirovên ku rewşa wan a aboriyê qels e ku nikare bikire. Dermanê ku buhayê wê 4 TL ye, bi heqê mûayeneyê dibe 34 heta 40 TL'î. Rewş wê ji niha û pê ve hîn nebaş bibe."
XEMSARÎ Û BÊÇARETÎ
Yavûz da xuyakirin ku wan stok nekirine, ji ber ku nizanin bê piştî du mehan rewş wê çawa be û got, "Tê zanîn ku 800-900 fîrma wê di sektora dermên de nebin. Li welatê me bêçaretî û xemsarî heye. Mirov dibêjin, 'ji xwe wê buhayê dermên zêde bibe, derman wê bi destê me nekeve'. Lê vê nêrîna xwe vedişêrin, eşkere nakin. Yek ji tiştên destpêkê zem lê bê kirin, derman e. Gel bi vê zane."
WÊ KES NIKARIBE PÊŞÎ LÊ BIGIRE
Yavûz diyar kir, Wezareta Tenduristiyê wê li hemberî zêdebûna buhayê dermên nikaribe tiştekî bike û got, "Derman wê bikeve bazara reş, hilberîna dermanê sexte wê zêde bibe û kes wê nikaribe pêşî lê bigire. Mirov wê serî li vê rêyê bidin. Pêwîste tavilê dest li vê rewşê were werdan... Polîtîkayên şaş ên aboriyê bandoreke bi vî rengî giran li tenduristî û her qada jiyanê ya mirovan dike. Em hêvîdar in ku ev rewş wê bê sererastkirin."