Tirkiye di roja cejnê de peyamên dagirkirina Kerkûkê da

Dewleta Tirk a ji aliyekê ve li Kerkûkê bi komên çete yên bi çek ku bi destê eniya Tirkmen herêmê têk dide, li aliyê din jî niyeta xwe ya di warê Kerkûkê de hê zelaltir kir.

Dewleta Tirk, di roja yekem a cejna qûrbanê de sefîrê xwe yê Mezin ê Bexdayê Fatîh Yildiz şande Kerkûkê. Yildiz di axaftinên li Kerkûkê de bi awayekî vekirî peyamên dagirkirina Kerkûkê da.

Yildiz piştî nimêja cejna Qûrbanê peyama ‘Kerkûk xaka kalikê me ye, Tirkiye jî ji bo welatiyên li vir xaka wan e.’ da.

Ev peyama ku hate dayîn demekî ku berê çend rojan sefaretxaneya Tirkiye ji bo Tirkmenên Tuzxûrmatû kom bûn, hatiye kirin bal kişand.

Her wiha ajansa me ANF bi belge û dokoment pêştir diyarkiribû ku dewleta Tirk bi avakirinên komên çete yên di bin navê Tirkmenan de hewl dide Kerkûkê dagir bike. Ev hêz jî ji aliyê MÎT’a Tirk ve tê perwerdekirin û mûçeyên wan jî ji aliyê Tirkiyeyê ve tê dayîn.

Her wiha rojane em dibînin ku artêşa Tirk ji bo dagirkeriya xwe ya li ser xaka Başûrê Kurdistanê berfirehtir bike êrîşên xwe dijwartir dike û rojane êrîşên balafiran sînorên xaka Iraq û Herêma Kurdistanê topbaran dike û bi dehan welatiyên sivîl tên qetilkirin û birîndarkirin.

‘IRAQ WELATEKÎ BÊ XWEDÎ YE’

Di derbarê serdana Sefîrê Mezin ê Bexdayê yê Tirk Fatîh Yildiz a ji bo Kerkûk û Tuzxûrmatû Parlamenterê Kurd ê Kerkûkê yê Parlamenta Iraqê Şiwan Dawîdî agahî da ANF’ê û nerzîbûnên tund raberî hikûmeta Iraqê kir û got: “Iraq welatekî bê xwedî û rêveber û lewaz e.”

‘DEWLETA TIRK BI EŞKERE BIRYARA DAGIRKIRIN XAKA BAŞÛR DA’

Dawidî bibîr xist ku sefîrê Tirk dixwaz Tuzxûrmatû bike beşek ji xaka Tirkiyeyê û niha jî dibêjin Kerkûk beşek ji xaka Tirkiyeyê ye û got: “Dewleta Tirk bi awayekî fermî tînin ziman ku Başûrê Kurdistan beşek ji xaka Tirkiyeyê ye. Ev yek nayê pejirandin û qebûlkirin.”

Tuzxûrmatû Parlamenterê Kurd ê Kerkûkê yê Parlamenta Iraqê Şiwan Dawîdî bal kişand ser avakirina van komên bi çek û ev tişt anî ziman: “Avakirina van komên biçek ên di bin navê Tirkmenan de û civîna sefîrên Tirk a li Iraqê peyameke eşkere ye ku dagirkirina van naçeyane. Ji ber ku van navçeyan weke xaka Tirkiyeyê dibînin.”