Birca Belek 171 sal in li Kurdan qedexe ye

Birca Belek ku piştî şerê 1847'an ê navbera Împaratoriya Osmanî û Mîrîtiya Botanê hate desteserkirin, 171 sal in li Kurdan hatiye girtin.

Birca Belek ku 4 hezar salî ye, 160 salan weke herêma leşkerî hate ragihandin. Ji sala 1995'an heta 2010'an weke cebilxaneya leşkerî hate bikaranîn. Birca Belek ku navenda Mîrîtiya Botanê ye, li ber hilweşînê ye.

Birca Belek ku ji bo gelê Kurd nirxekî siyasî, dîrokî û çandî ye, navenda rêveberiya Mîrîtiya Kurd a Botanê ya bi pêşengiya Mîr Bedirxan bû. Dîroka xwe 4 hezar salî ye. Tê texmînkirin ku ji aliyê Împaratoriya Gûttî ve tevî sûrên li dora Cizîrê hatin çêkirin, hatiye avakirin. Li nava vê avahiya dîrokî ku bi 365 ode û mîmariya xwe balê dikişîne, meqama hikumdar, biryargeh, mescît, zindn û dersxane hene.

TALANKIRINA MÎRÎTIYA BOTANÊ

Piştî şerê 1847'an ê navbera Împaratoriya Osmanî û Mîrîtiya Botanê, 163 salan weke leşkergehê hate bikaranîn. Ev der timî di bin kontrola leşkeriyê de hate hiştin û li gel hate girtin. Birca Belek navenda karên rêveberiyê yên Mîrîtiya Botanê bû. Li beşeke Birca Belek qehremanê destana navdar a Kurdan Mem û Zîn, Mem lê dima. Lewma ev beşê Birc Belek weke 'Zindana Mem û Zîn' jî tê naskirin. Zindan weke cebilxaneyê û dîwarên wê yên dîrokî jî weke nîşangehê ji aliyê leşkerên Tirk ve hatin bikaranîn. Vê yekê di nava gelê Cizîrê û rêxistinên civakî yên sivîl de rê li ber nerazîbûneke mezin vekir.

BERXWEDANA XWERÊVEBERIYÊ Û QEYÛM

Li Cizîrê di dema qedexeya derketina derve ya 79 rojan e ku wexta berxwedana xwerêveberiyê hate ragihandin, hêzên dewletê bomberdûmaneke giran kir. Bomberdûmanê xisareke mezin li Birca Belek kir. Piştî ku qedexe hate rakirin, qeyûm li şaredariyê hate bicihkirin. Birca Belek niha jî ji ber xemsariyê li ber tinebûnê ye.

BIRCA BELEK KURDISTAN E

Birca Belek herî dawî weke diyarê Celadet Bedirxan û qesra wî hate bikaranîn. Piştî wî weke mîrateyê ji keça wî Sînemxan re ma. Sînemxan jî gotibû, "Birca Belek ne ya min e. Ew malê dîrokê ye. Ya gelê Kurd û Kurdistanê ye. Dixwazin mîrateyek wiha bibe muze." Lê belê heta vê dema nêz, heta 15 salan jî weke depoya cebilxaneyê ya leşkeriyê hate bikaranîn. Birca Belek a li qiraxa Çemê Dîcleyê ye, tevî ku ji aliyê Wezarta Çand û Tûrîzmê ve di asta yekemîn de weke herêma SÎT'ê hatiye ragihandin, li ber hilweşînê ye.

NÎŞANEYA ŞERÊ QIRÊJ Ê LI KURDISTANÊ

Rewşa Birca Belek ku li ber hilweşînê ye, weke nîşaneya şerê qirêj ê dewleta Tirk ê li Kurdistanê ye. Cizîrên ku rewşa Birca Belek dibînin dibêjin, "Bi salan weke leşkergehê hate bikaranîn. Mermer û fayans li ser berhemên dîrokî bi cih kirin. Gelo çi karê leşkeriyê li cihekî dîrokî heye? Dewlet zane ku Birca Belek ji bo Kurd û Kurdistanê gelekî girîng û hêja ye, lewma hewl dide ji holê rake. Eger ev ne dijminatî be, hingî çi ye?"