Nûçeyên sereke yên nava rojê

Nûçe û bûyerên sereke yên di nava rojê de qewimîn û derketine pêş...

Gerîla TV dîmenê çalakiya 20'ê Hezîranê ya li Geverê weşand ku 3 leşkerên Tirk hatibûn kuştin.

Taxek û 7 gundik hatin valakirin, agahî ji gundiyan nayê girtin

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji roja bi komploya navneteweyî dîl hatiye girtin û vir ve, dewleta Tirk, hêzên herêmî yên paşverû û dewletên emperyalîst ên cîhanê xiste nava tirs û fikaran.

HPG'ê li Colemêrgê li artêşa Tirk da: 33 leşker mirin

Eşîretên Ereban li dijî êrîş û talankirina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser Efrînê nerazîbûn nîşan dan. Di navbera eşîreta Babena û artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê de derket.

Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve hevdîtin pê re nehatiye kirin daxuyaniyek da û banga ,“Divê şertên hevdîtinê yên Birêz Ocalan pêk were û divê agahiyên zelal bê dayîna civakê."

Dagirkeriya dewleta Tirk wê li çar aliyên cîhanê bê şermezarkirin

Li Heskîfê ya ku dewleta Tirk a ku bi dehê salan e dixwaze bi avakirina Bendava Ilisû ku hê avakirina wê didome di bin avê de bihêle, di bin axa bi sedsalane weke baxçe dihate bikaranîn de bi sedan şikeftên nû yên 5 qat hatin dîtin.

Bîlançoya êrîşên li Sûweydayê giran dibe: 250 mirî

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê diyar kir ku li Ezazê çeteyekî Sûltan Mûrat ê dewleta Tirk hatiye kuştin. Şervanan dîmenê çalakiyê weşandin.

Bakurê Ewropa dişewite!

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê êrîş li "Şehîdgeha Yafesê" hate kirin ku gorên YPS'iyan lê ne.

Bîlançoya şewata li Yewnanîstanê ku ev çend roj in dewam dike, giran dibe. Hate gotin ku heta niha herî kêm 81 kes mirine.

DYA: Koreya Bakur hîn jî materyalên nukleerî hildiberîne!