Li Heskîfê bi sedan şikeftên nû yên 5 qatî hatin dîtin

Li Heskîfê ya ku dewleta Tirk a ku bi dehê salan e dixwaze bi avakirina Bendava Ilisû ku hê avakirina wê didome di bin avê de bihêle, di bin axa bi sedsalane weke baxçe dihate bikaranîn de bi sedan şikeftên nû yên 5 qat hatin dîtin.

Ji ber ber Bendava Ilisû ya ku wê temenê wê 50 sal in û li ber peravê Çemê Dicle hatiye avakirin, li Heskîf a ku xwedî dîrokeke 12 hezar salî ye roj bi roj tine dibe, di dema xebatên avakirina bendavê de bi sedan şikeftên nû hatin dîtin.

Li herêma ku li Taxa Saha cih digire û bi dehan sal e weke baxçe tê bikaranîn, di dema xebatên kolandin û rakirina xirbeyan de ji sedan zêdetir şikeftên nû yên 5 qat derketin holê. Wêneyên têkildarî şikeftên nû hatin dîtin, ji aliyê welatiyên herêmê ve li ser tevnên civakî hatin belavkirin.

Ev şikeftên ku bi hezarê salan e di bin axê de ne, tevî hemû nerazîbûnan jî ji ber xebatên bendavê wê mîna gelek berhemên din di bin avê de bimîne.