BI DÎMEN

Ferda Çetîn: Pêvajo tenê bi temaşekirinê bi ser nakeve

Ferda Çetîn anî ziman ku ji bo avakirina civaka demokratîk pêwîstî bi hilgirtina wezîfe û berpirsyariyê heye û got, "Banga Serok Apo tenê bi piştgiriyê nagihêje encamê. Di vê pêvajoyê de divê mirov bi rol û mîsyoneke çalak rabin."

FERDA ÇETÎN

Rojnamevan Ferda Çetîn avakirina civaka demokratîk, komunên demokratîk û wezîfe û berpirsyariya civakê ya têkildarî pêvajoyê nirxand.

Têkildarî nîqaşên li ser bêbaweriya herdu aliyan a ji bo pêvajoyê Ferda Çetîn got, "Ji bo vê rewşê 'Bêbaweriya ontolojîk' tê gotin. Di nava Kurdan de ev yek nîne. Lê belê di nava dewleta Tirk de veguheriye nêzîkatiyekê ku civak bi salan hêdî hêdî aniye vê astê. Yanî mejiyê ku hebûna Tirkiyeyê, yan jî hebûna gelê Tirk, hebûna civaka Tirkiyeyê li ser tinebûna Krudan, lawazbûna Kurdan dibîne, gelekî serwer û bi bandor e. Lewma hebûna maf, hiqûq û statuya Kurdan, xwerêvebirina wan ji bo Tirkiyeyê, ji bo desthilatdariya li Tirkiyeyê, ji bo saziyên dewletê yên bicihbûyî yên li Tirkiyeyê weke metirsiyek, gefekê tê dîtin.

Ji aliyê Kurdan ve jî ji ber hewldanên qirkirinê yên dîroka Komarê, ji ber komkujî, înfaz û kuştinên heta niha hatin kirin û hewldana çareseriya bi rêbaza tundiyê ya pirsgirêka Kurd, polîtîkaya zext, îmha û înkarê di nava gelê Kurd de jî bê baweriyek afirand. Yanî axaftina bi dewleteke ewqasî nebaşî kiriye, ev nebaşî kiriye polîtîkayeke ji rêzê, axaftina bi hikumeteke nûnerê vê dewletê bêbaweriyek afirandiye. Mesele ne ew e ku ev tespît bê kirin, mesele ew e ku wê ev bêbawerî çawa ji holê rabe, çawa ji holê bê rakirin. Em jê re danûstandin, diyalog an jî çi dibêjin bibêjin, eger pêvajo bi rengekî baş bi rê ve biçe, ev bêbawerî wê ji holê rabe. Yanî mejiyê mirovan heye.

Dema ku we ya rast jê re vegot, ya rast nîqaş kir wê jê bawer bike; hingî wê veguhere. Lê belê eger mîna rewşa niha dewam bike ev yek wê bibe heqaret li fikir, mejiyê civakê, heqareta li jiyana bi hev re û rêvebirina xwe bi xwe ya civakê. Divê civak ber bi bêçaretiyê neyên dehfdan. Lê belê di vê mijarê de pozîsyona civaka Kurd û civaka Tirk weke hev nîne. Yanî civaka Kurd bi rastî jî daxwaza aştî, xwişk-biratî û demokrasiyê dike. Ev yek ne tenê têkildarî Tirkiyeyê ye. Li Sûriyeyê jî, li Iraqê jî, li Îranê jî dixwaze. Ji xwe sîstema xwe jî bi vî rengî ava dike. Li ser paşerojeke jiyana bi hev re ya bi gel û civakên li wan welatan re ava dike. Vê yekê bi rengekî eşkere nîqaş dike, teoriya vê dike, pratîka vê dike."

Ferda Çetîn têkildarî civaka Tirkiyeyê jî got, "Gotinên 'Dijminê navxweyî, dijminê derve, metirsiya ji derve, pirsgirêka mayindebûna dewletê, hebûnên derve yên gefê li dewletê dixwin, hêzên derve' ji dibistana seretayî destpê dike û heta zanîngehê dewam dike. Ji qehwexaneyan heta bi mizgeft, medrese, stadyûman bi wê çandê mezin dibe. Li vir jî li şûna rexnekirina civakê yan jî mehkûmkirina civakê divê erka siyasî, zanîngeh, rewşenbîr bê rexnekirin ku li hemberî rantxurên şer bê bandor man. Gotina 'Çima civak ketiye vê rewşê' gotineke bi wate nîne."

Rojnamevan Ferda Çetîn destnîşan kir ku li Tirkiyeyê ji bo demokrasiyê divê qanûn, destûra bingehîn bêne guhertin û got, "Ne tenê ji bo Kurdan. Hiqûq an jî destûra bingehîn a heyî rê nade demokrasiyê. Qanûn aliyekî vê yekê ne. Lê belê qanûn ji ber xwe ve naguherin. Ne tenê bi arîtmetîka meclîsê diguherin. Gelek siyasetmedar ji xwe dibêjin ku destûra bingehîn a heyî jî bi cih nayê anîn. Tê gotin, 'Divê pêwîstî bi amadekirina destûra bingehîn a nû nîne, hûn ya berê bi cih nînin'. Dibêjin, 'Ya berê bi cih bînin, ya nû em piştre nîqaş bikin'. Ev yek beşekî wê ye, lê belê hêviya timî ya ji rêveberî û desthilatdariyê jî pirsgirêkeke cuda ye. Ewqas partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, sazî, zanîngeh, rewşenbîr hene, di rewşeke bi vî rengî hêviy timî ya ji dewlet û hikumetê nîşan dide bê civak çiqasî bê bandor e, çiqasî bê çare ye. Yanî divê civak li ber vê rabe. Tişta ku em jê re civak dibêjin ne mekanîzmayeke ku ji dendikek bi tenê, ji navendek bi tenê ava bûye. Gelek pêkhateyên xwe heye, gelek faktorên xwe hene, organîzmayeke ku gelek hêmanên xwe hene.

Her wiha her kes ji bo vê pêvajoyê dibêje, 'gelekî baş e'. Dibêjin, ji bo pêşketina Tirkiyeyê, ji bo têkiliyên bi Kurdan re gelekî baş e. Tê diyarkirin ku biryarên kongreyê yên PKK'ê gelekî bi wêrekî ne û ji bo paşeroja Tirkiyeyê, ji bo demokrasiyê gelekî kêrhatî ne. Lê mixabin di halê hazir de her kes tenê lê temaşe dike. Zanîngeh temaşe dikin, rojnamevan lê temaşe dikin. Her kes li pey aliyê populer ê meseleyê ye. Kî çû hevdîtinê? Serok Ocalan di hevdîtinê de çi got? Tayyîp Erdogan çi got? Yanî civakeke bi vî rengî bi rastî jî cihê liberketinê ye. Dibe ku di vê pêvajoyê de yek ji xusûsên divê bê sererastkirin ev be. Pozîsyoneke ewqasî pasîf û li bendê ye, pozîsyoneke piştevaniyê nayê qebûlkirin. Rewşeke 'Baş e, bi xêr e, lê belê em ê lê temaşe bikin, bi pêş bikeve em ê piştgiriyê bidin' nayê qebûlkirin."

Ferda Çetîn destnîşan kir ku xusûsa herî girîng ev e û got, "Di daxuyaniya Serok Ocalan de jî heye, di biryarên kongreya PKK'ê de jî hene, di raporên encamê de jî hene. Gelek xusûs hene, lê belê bi esasî du sernav hene. Yek, wezîfeyên divê dewlet bikin, gavên divê bêne avêtin, ku ev di heman demê de bi pêvajoya diyalog û danûstandinê re eleqedar e. Dibe ku ev hêdî bimeşin, beşek jê jî demekê bixwaze. Aliyê têkildarî dewletê yanî aliyê aştiyê yan jî beşa demokrasiyê ya ku dibe para dewletê, bicihanîna wê ye. Lê belê aliyê din û aliyê esasî banga civaka demokratîk e. Yanî banga civaka demokratîk hem li Kurdan, saziyên Kurdan, siyaseta Kurdan e. Hem jî banga li civaka Tirkiyeyê ye. Yanî banga civaka demokratîk tê vê wateyê; Ji bo pêşveçûna vê pêvajoyê, ji bo kûrbûna vê pêvajoyê, ji bo avabûna Tirkiyeyeke nû, ji bo avakirina xwişk û biratiyê divê demokrasî bibe demokrasiyeke rasteqîn. Tenê bi hilbijartinê, bi dengdana ji 4-5 salan carekê demokrasî nabe.

Divê bi hemû sazî, pêkhate û beşên civakî re bi daxwazên xwe, bi rojevên xwe hem tevlî vê pêvajoyê bibin hem jî îtiraz û rexneyên xwe bînin ziman. Eger em vê vebêjin; li Tirkiyeyê oldar hene, Elewî hene jin hene, gelekî girîng e. Yanî dema ku nîqaş bû, divê jin bibêjin 'Em dixwazin ev mijar, ev sernav bêne nîqaşkirin'. Tundiya li dijî jinê zêde bûye, li gel polîtîkaya bêcezahiştinê. Kuştina jinê, tundiya li hemberî jinê û hwd. Her wiha Elewî divê bendewarî û daxwaza xwe ji vê pêvajoyê, ji destûreke bingehîn bînin ziman. Belê, pêvajoyê destpê kir, pêvajo baş dimeşe, lê belê weke Elewî divê bibêjin em mufredateke bi vî rengî dixwazin. Saziyên din jî divê karibin bibêjin. Odeya Endezyarên Mîmar heye, Odeya Tabîban heye, Baro hene. Yanî divê sazî hemû çalak bin, hîn dînamîk bin û tevlî bibin. Ev yek wê tevlîbûneke bi dilê Kurdan be."

Têkildarî mekanîzmaya 'Komunên Demokratîk' a avakirina demokrasiyê rojnamevan Ferda Çetîn got, "Ev mijar gelekî esasî ye. Banga civaka demokratîk bû. Hem di banga Serok Apo de hem jî di banga PKK'ê de heye. Banga civaka demokratîk jinûve avakirin e. Yanî jinûve avakirin işaretê bi wê dike ku rewşa heyî kêm e. Yanî ji bo diyar bike ku rêbaza siyasetê ya heyî, beşên civakî yên heyî kêm mane, lewma qala jinûve avabûnê tê kirin. Dibe ku divê mirov peyva nû jî ji holê rake. Yanî ava bike. Di vê mijarê de divê hewldanek tenê dengdana ji bo demekê, yan jî siyaseta piştgiriya ji bo partiyekê nebe. Yanî hemû beşên civakê divê karibin xwe bi rêxistin bikin, komun, meclîs xwe bi rêxistin kirin, yanî rêveberiya navendî teng bibe, biryardayin ji navendê derbasî herêmê bibe. Pêvajoya biryardanê çiqasî ji navendê derbasî herêmê bû hingî em ê ewqasî jî karibin qala demokrasiyê bikin. Gelek navend, gelek qad, gund, tax eger karibin têkildarî xwe biryarê werbigirin, eger karibin li ser jiyana xwe ya rojane, tercîhên xwe yên siyasî û rêbaza xwe ya xwerêvebirinê biryarê werbigirin, ev yek azadiya wê nîşan dide."