Taxek û 7 gundik hatin valakirin, agahî ji gundiyan nayê girtin

Taxa Eskar a navçeya Pasûr a Amedê û heft gundikên wê ji ber operasyona leşkerî hatin valakirin. Agahî ji gundiyan nayê girtin.

Piştî ku walîtiya Tirk a li Amedê roja Çarşemê "qedexeya derketina derve" îlan kir, li taxa Eskar û 7 gundikên wê yên navçeya Pasûr a Amedê operasyona leşkerî dest pê kir.

Operasyon li qadeke berfireh tê meşandin. Li derdora taxa Eskar û gundikên Şeyhsalîh, Nedrexuş, Mezrasor, Simetak, Delêderê, Axcana û Derîkê lê ne. Di dema operasyonê de top li herêmê hatin barandin.

Tê gotin ku balafirên şer ên Tirk jî bombe li herêmê barandine û li herêmê şer derneketiye. Leşkerên Tirk danê sibehê ketin û derketina li Eskar û heft gundikan qedexe kirin û xetên telefonê jî birîn. Agahî ji gundiyan nayê girtin.