Bakurê Ewropa dişewite!

Welatên Bakurê Ewropayê li hemberî germaya zêde li ber xwe didin.

Li Bakurê Ewropa germahî gihişte asta rekorê, şewata li Yewnanistanê jî weke şewata dîrokî ya herî bi êş tê pênasekirin.

YEWNANÎSTAN

Di şewata roja Yekşemê ya li paytext Atîna ya Yewnanistanê derketî de hate ragihandin ku hejmara qûrbahiyan gihişte 82’an, 100 kes jî birîndar bûn. Tîmên agirkujiyê ragihandin ku cenazeyê keseke din jî dîtine. Televîzyona ERT anî ziman ku heta niha karîne cenazeyê 30 kesî tesbît bikin. Hê nasnameya qûrbaniyên din nehatine zelalkirin.

SWÊD

Li Swêdê ji ber germaya zêde rê li ber şewatê vebû. Pileya germahiya li welat a ku 30 pile diyar dike, li bendêye ku ev germa zêdetir bibe. Ji ber vê germaya zêde daristan dişewitin.

Saziya Parastina Sivîl, li gorî daxuyaniya dayî heta niha 23 şewatên derketî hatine kontrolkirin. Li gorî hefteyên borî asta şewatan kêmtir bûye. Rayedaran kirina agir qedexe kirin.

Li gelemperiya welat 13 hezar hektar herêma Karbolge di nav de, heta niha 25 hezar hektar bûye şewitiye.

Balafirên avê yên ku hefteya borî ji Îtalyayê hatibû şandin wê dawiya hefteyê ji bo Yewnaistanê bê şandin.

BÎRTANYAYA MEZIN

Li Bîrîtanyaya Mezin jî asta germayê li gorî salên borî pir zêde bûye. Roja Înê li bendêye ku 38,5 pileya germayê hebe, li gorî vê germahî li gorî sala 2003’an hê zêdetir e. Îskoçya jî 33, 2 pileyan germahî kêm bûye, ji 29’ê Gulanê û vir ve li welat nebarîna baranê bal kişand. Rêveberan li Îngîltere û Bakurê Îralandayê ji bo bikaranîna avê sînor danî.

FRANSA

Li Fransayê jî li departmana 18 hişyariya germahiya zêde hê jî dom dike. Termometre 34-37 pile nîşan didin.

ELMANYA

Li Elmanyayê jî di asteke cidî de germanî bandorê dike. Termometre cih bi cih 38 pileyan dide nîşandan. Germahî li welat di asteke cidî de bandor dike.

HOLLANDA

Li Hollandayê jî saziyên meteorolojiyê hişyariyên di nava sê salên dawiyê de germahiya herî zêde heye. Li gelemperiya welat ji ber germahiya nava 12 rojên dawî de li hinek herêman pirsgirêka avê derketine.