HPG'ê li Colemêrgê li artêşa Tirk da: 33 leşker mirin

Navenda Ragihandinê ya HPG'ê diyar kir ku li Çelê ji du baskan ve li konvoya leşkerî hatiye xistin û herî kêm 33 leşkerên Tirk hatine kuştin. Li Basayê jî 3, li Şirnexê leşkerekî Tirk hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li ser çalakiyên doh û pêr ên li Colemêrg û Şirnexê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayin:

LI ÇELÊ DERBA GIRAN LI ARTÊŞA TIRK HATE XISTIN: 33 LEŞKER HATIN KUŞTIN

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Pîroz û Şehîd Agirî de êvara 25'ê Tîrmehê saet 21:30'î li dijî konvoyeke ji wesayitên zirxî yên artêşa TC a dagirker ku berê xwe li navçeya Çelê ya Colemêrgê bû, li nêzî gundê Çemê Bêdelê çalakiyek hate lidarxistin. Hêzên me ji du baskan ve li hemû wesayitên di konvoyê de reşandin. Di çalakiyê de 2 wesayitên bi tîpa Kîrpî û wesayiteke bi tîpa ejder bi temamî hatin rûxandin. Bi qasî ku hate zelalkirin, 33 leşkerên dijmin hatin kuştin. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê enqazên wesayitan, termên leşkerên xwe û leşkerên birîndar ji herêmê rakir û bi desteka helîkopterên êrîşê yên bi tîpa atak ji herêmê vekişiya.

25'ê Tîrmehê saet 15'an, hêzên me di çarçoveya pêngava şoreşgerî de li leşkerên dijmin ên li ser girê Koordîne yê li navçeya Çelê ya Colemêrgê xistin. Derbên xurt li çeperên li ser gir hatin xistin. Hejmara leşkerên mirî û birîndar nehate zelalkirin.

LI ŞIRNEXÊ 4 LEŞKERÊN TIRK HATIN KUŞTIN

Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şehîd Delal Amed û Şehîdên Bestayê de êvara 24'ê Tîrmehê li herêma Geliyoka ya navçeya Basa ya Şirnexê li dijî yekîneyeke veşartî ya artêşa TC a dagirker çalakiyek pêk anîn. Ji nêz ve li yekîneya dijmin hate xistin û 3 leşker hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn. Artêşa TC a dagirker piştî çalakiyê li herêmê dest bi operasyonê kir.

Di çarçoveya pêngavê de hêzên me roja 25'ê Tîrmehê saet 17:30'î li dijî nîzamiyeya qereqola Findikê ya Şirnexê çalakiyek li dar xistin. Bi qasî ku hate tespîtkirin leşkerek hate kuştin. Artêşa TC a dagiker piştî çalakiyê obus û hawan avêt herêmê.