Nekarîn teslîm bigirin, dest bi tecrîdê kirin
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji roja bi komploya navneteweyî dîl hatiye girtin û vir ve, dewleta Tirk, hêzên herêmî yên paşverû û dewletên emperyalîst ên cîhanê xiste nava tirs û fikaran.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji roja bi komploya navneteweyî dîl hatiye girtin û vir ve, dewleta Tirk, hêzên herêmî yên paşverû û dewletên emperyalîst ên cîhanê xiste nava tirs û fikaran.
Li Rojhilata Navîn, paradîgmaya modelên demokratîk û hemdem ên ji bo gelên Rojhilata Navîn tenê ji aliyê Ocalan ve hate ragihandin. Dîl hatibe girtin jî bandora wî, tevgera wî û mirovên xwedî lê derdikevin zêde bûn. Mîna Şoreşa Rojava bû afirînerê destketiyên dîrokî.
7 SAL IN DESTÛR NAYÊ DAYIN KU PARÊZER WÎ BIBÎNIN
Bandora siyasî û civakî ya Ocalan bû sedem ku dewleta Tirk hiqûqa gerdûnî binpê bike û dest bi tecrîdê bike.
Ji 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve destûr ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê re nayê muwekîlê xwe Ocalan bibînin.
Yek ji raporên buroyê yên li ser Ocalan û muwekîlên wan ên din ên li heman girtîgehê Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar ve hate amadekirin, Sibata 2018'an hate weşandin.
Di raporê de hate bibîrxistin ku hevdîtina dawî ya parêzeran 27'ê Tîrmeha 2011'an hatiye kirin û hate ragihandin ku temamiya hevdîtinên muwekîl-parêzeran jia liyê 1. Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê ve bi rengekî nehiqûqî û bi bahaneyên cuda hatine astengkirin.
"Sala 2017'an 100 serlêdanên parêzeran û 44 serlêdanên malbatê bi hinceta biryara Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê bi awayekî kêfî hatin redkirin. Tevî vê yekê, sê girtiyên din ên li Girtîgeha Girava Îmraliyê ne, ji roja ku anîne Girtîgeha Girava Îmraliyê û heta niha destûr nayê dayin ku malbat û parêzerên xwe bibînin.
Weke ku tê zanîn Birêz Abdulah Ocalan û parêzerên wî herî dawî 27'ê Tîrmeha 2011'an karîbûn hev bibînin. 5'ê Nîsana 2015'an jî heyeta HDP'ê karîbû pê re hevdîtinê bike. Hevdîtina herî dawî jî 11'ê Îlona 2016'an bi malbatê re hate kirin ku piştî greva birçîbûnê ya 50 siyasetmedarên Kurd pêk hat. Piştî vê hevdîtinê name, telgraf ya jî faks jî di nav de ji Birêz Ocalan û her sê muwekîlên din ti agahî nehate girtin. Her wiha bi rêya postayê jî ji derve kesî nekarî xwe bigîhinin wan."
TECRÎD QED NEQEDIYA
Ocalan di navbera 16'ê Sibata 1999'an û 17'ê Mijdara 2009'an de bi tena serê xwe li Îmraliyê hate hiştin. Piştre 5 girtî ji girtîgehên din sewqî Îmraliyê hatin kirin, lê hîn jî bi tenê dima. Hefteyê tenê pênc saetan dikarîbû girtiyên din bidîta. Vê yekê nîşan dida ku tecrîd neqediya ye, lê reng guhertiye û êdî li ser hinekî din jî tê ferzkirin.
DMME GOT 'ÊŞKENCE Û KIRYARA XERAB'
Daîreya Duyemîn a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) roja 14'ê Adara 2014'an li ser mercên Ocalan biryar da ku ev yek weke 'êşkence û kiryara xerab' bi nav kir. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê jî xwedî heman nêrînê bû; "Birêz Ocalan bi ti awayî nekarî sûdê ji mafên Qanûna li ser Înfaza Tedbîrên Ewlekariyê û Ceza ya Hejmara 5275'an sûdê werbigire, ev mafên wî bi rengekî topyekûn hatin astengkirin."
Li gorî qanûnê û biryarên DMME û raporê CPT diviyabû mafê telefonê jê re bihate dayin, lê ev maf ti carî nehate dayin.
Mafê nivîsandin û wergirtina nameyan hate bisînorkirin. Destûr nehate dayin ku nameyan binivîsîne. Nameyên jê re dihatin jî hatin bisînorkirin, sansurkirin, ya jî bêyî agahî jê re bê dayin hatin desteserkirin.
Li gorî qanûnê, mafê malbatê û ziyaretvanan heye ku mehê du caran hevdîtinê bikin, lê ev maf ya hate bisînokirin ya jî bi temamî hate astengkirin.
Mafên Ocalan hatin desteserkirin, hewldan û daxwazên li dijî vê rewşê jî ya hatin redkirin ya jî bê bersiv hatin hiştin. Haya dewleta Tirk ji rola mezin a Ocalan a li nava civakê heye û bi endîşeya vê yekê hiqûqa xwe jî nas nedikir.
PÊVAJOYA DMME
Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di rapora xwe ya 27'ê Tîrmeha 2017'an de bal dikişand ser serlêdanên ku li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) hatine derdestkirin.
Raporê işaret bi van xusûsan dikir:
1-Sala 2008'an li hucreyê bi zorê Birêz Ocalan li erdê dirêj kirin û bi vî rengî gefa kuştinê lê hate xwarin. Ji ber ku ji dadgeriya herêmî encam derneket, sala 2010'an serî li DMME hate dayin. Hê gavek li ser mijarê nehatiye avêtin. Herî dawî 11'ê Tebaxa 2015'an bi rêya daxwaznameyê li aqûbeta serlêdanê hatiye prisîn, lê hîn biryar li ser nehatiye dayin.
2-Qedexeya hevdîtina bi parêzeran re ku îro dikeve sala xwe ya heftan, di 27'ê Tîrmeha 2011'an de dest pê kir. Piştî sê mehan, ji ber ku encamek ji dadgeha herêmî derneket, Cotmeha 2011'an tevî Birêz Ocalan li ser navê 5 muwekîlan serlêdan hate kirin. DMME ev 7 sal in der barê vê dosyayê de tiştek nekiriye.
3-DMME hikum da ku di 99 darizandinên Ocalan ên li Tirkiyeyê de, mafê darizandina adîl hatiye binpêkirin. Ji bo pêşî li ji nû ve darizandinê bê girtin jî xala 311. a CMK bi taybetî ji bo Ocalan sûdê jê wernegire hatiye guhertin. Ji ber ku serlêdanên ji bo ji nû ve darizandina Ocalan li dadgehên herêmî û Dadgeha Destûra Bingehîn encam bi dest neket, serî li DMME hate dayin û hê jî ev serlêdan dewam dike.
4-DMME di biryara xwe ya 18'ê Adara 2014'an de ragihand ku cezayê girtina Birêz Ocalan heta bi hetayê li girtîgehê, li dijî qedexeya kiryarên nebaş û cezayê li derveyî mirovahiyê ye û Tirkiye mehkûm kir. Li Tirkiyeyê niha bi sedan hikumxwarên di sattuya muebeta girankirî de heye. Li gorî vê biryara DMME diviyabû hikumeta Tirkiyeyê ev ceza ji nû ve binirxanda û bi guhertinên qanûnî re li gorî biryarên DMME gavek bavêta, lê hê navêtiye. Der barê vê mijarê de parêzer li Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê ketin nava hewldanan û ev hewldan hê jî dewam dike."
CEZAYÊN HATIN BIRÎN
Dewleta Tirk, ji salên destpêkê yên li Îmraliyê û pê ve ev ceza birî û bi cih anî:
1- 4'ê Kanûna 2005'an, ji ber "Binpêkirina helwest û pîvanên ku îdare ferz dike" cezayê şermezarkirinê,
2- 12'ê Kanûna 2005'an ji 'Sûcê Karê Propaganda û Perwerdeyê ya rêxistinên sûc' cezayê hucreyê yê 20 rojan,
3- 17'ê Adara 2006'an ji ber "Binpêkirina helwest û pîvanên ku îdare ferz dike" cezayê şermezarkirinê,
4- 7'ê Tebaxa 2006'an ji 'Sûcê Karê Propaganda û Perwerdeyê ya rêxistinên sûc' cezayê hucreyê yê 20 rojan,
5- 23'ê Mijdara 2006'an, ji 'Sûcê Karê Propaganda û Perwerdeyê ya rêxistinên sûc' cezayê hucreyê yê 20 rojan,
6- 13'ê Nîsana 2007an, ji 'Sûcê Karê Propaganda û Perwerdeyê ya rêxistinên sûc' cezayê hucreyê yê 20 rojan,
7- 16'ê Tîrmeha 2007'an, ji 'Sûcê Karê Propaganda û Perwerdeyê ya rêxistinên sûc' cezayê hucreyê yê 20 rojan,
8- 19'ê Mijdara 2007'an, ji 'Sûcê Karê Propaganda û Perwerdeyê ya rêxistinên sûc' cezayê hucreyê yê 20 rojan,
9- 24'ê Nîsana 2008'an, ji 'Sûcê Karê Propaganda û Perwerdeyê ya rêxistinên sûc' cezayê hucreyê yê 20 rojan,
10- 29'ê Nîsana 2008'an, ji 'Heqareta li wezîfedarên saziyê' cezayê hucreyê yê 10 rojan,
11- 27'ê Gulana 2008'an, ji 'Sûcê Karê Propaganda û Perwerdeyê ya rêxistinên sûc' cezayê hucreyê yê 20 rojan,
12- 17'ê Îlona 2008'an, ji 'Sûcê Karê Propaganda û Perwerdeyê ya rêxistinên sûc' cezayê hucreyê yê 10 rojan,
13- 9'ê Çileya 2009'an, ji 'Sûcê Karê Propaganda û Perwerdeyê ya rêxistinên sûc' cezayê hucreyê yê 20 rojan,
Di dema cezayê hucreyê de li Ocalan hate qedexekirin ku malbata xwe bibîne, radyoya pê re jê hate stendin, pirtûk, rojname û kovar jê re nehatin dayin. 190 rojî tecrîda herî giran li ser wî hate ferzkirin.
EWLEHIYA WÎ DI BIN XETEREYÊ DE YE
AKP'ê dîktatoriya xwe zexmtir kir û li Îmraliyê li dijî tendirustî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan guman jî zêdetir bûn.
Têkildarî jiyana Ocalan di Cotmeha 2017’an de gotinên gumanbar hatin kirin. Di 13’ê Cotmehê de Serdozgerê Komarê yê Bûrsayê Ûgûrhan Kûş daxuyaniyeke nivîskî da. Daxuyanî mirov têr nedikir. Ji ber ku Ocalan wekî ‘dîlekî normal’ nîşan dida, ji ber vê jî ev daxuyanî dûrî cîddiyetê bû. Di daxuyaniyê de ev tişt hatibû gotin: “Li ser hin hesabên medyaya civakî tê diyarkirin ku girtiyê bi navê Abdûllah Ocalan miriye. Divê were zanîn ku ev nûçe ne rast e. Têkildarî kesên ku ev nûçeyên bêbingeh çêkirine û belav kirine, Serdozgeriya me ya Komarê gavên pêwist avêtine.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê jî di 16’ê Cotmehê de ev daxuyanî da:
"Di nûçeyan de yên ku çavkaniya wê baş nayê zanîn, têkildarî tendirustî û ewlehiya Rêbertiya me, gotinên bi guman û dijber di raya giştî de cih girtiye. Di warê tendirustî û jiyana Rêbertiya me de, hesasiyetên gel û tevgera me tê zanîn. Ji ber vê jî divê ev nûçe werin zelalkirin. Daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê diyar kiriye ku rewşeke wisa tune . Vê gotina Serdozgeriyê nayê qebûlkirin. Mafê malbat, parêzer û raya giştî ye ku têkildarî tendirustiya Rêber Apo agahiyan bistînin. Ji ber vê jî divê malbat û parêzerên Rêber Apo bi lezgînî biçin hevdîtina wî. Ne mumkun e ku gelê me û raya giştî karibin baweriya xwe bi daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê bînin. Ji ber ku Rêber Apo 6 sal in nikare bi parêzer û malbata xwe hevdîtinê bike û serdozgerî bi hincetên 'koster xerabe ye, rewşa hewayê ne baş e' hevdîtinê asteng dike. Zelal e ku ew ê vê daxuyaniya serdozgeriyê jî jê neyê bawerkirin."
SERLÊDAN HATIN REDKIRIN
Di navbera 27’ê Tîrmeha 2011’an û 31’ê Kanûna 2011’an de ji bo ku parêzer biçin Îmraliyê 43 caran serî li dozgeriyê dan. 19 caran bi îddîaya rewşa hewayê, 22 caran bi îddîaya koster xerabe ye û carekê jî bi îddîaya betlaneya cejnê serîlêdan hatin redkirin.
Di sala 2012’an de jî tu hevdîtin nehatin kirin.
(Di sala 2012’an de ji bo serlêdana 104 caran serlêdan hate kirin. Sedemên redkirina serlêdanan: koster xerabe ye (73), rewşa hewayê ne baş e (14), koster tê tamîrkirin (16) û betlaneya cejnê (1).
Di sala 2013’an de jî tu hevdîtin nehate kirin.
(Di sala 2013’an de ji bo serlêdana 102 caran serlêdan hate kirin. Sedemên redkirina serlêdanan: keştî xerabe ye (82), rewşa hewayê ne baş e (12), koster xerabe ye (4) û betlaneya fermî (4).
Di sala 2014’an de jî tu hevdîtin nehate kirin.
(Di sala 2014’an de ji bo serlêdana 104 caran serlêdan hate kirin. Sedemên redkirina serlêdanan: keştî xerabe ye (86), rewşa hewayê ne baş e (9), koster tê tamîrkirin (6) û betlaneya fermî (3).
Di sala 2015’an de tu hevdîtin nehate kirin.
(Ji serê sala 2015’an heta 27’ê Tîrmeha 2015’an bi giştî 56 serlêdan hate kirin. Sedemên pêknehatina hevdîtinê; keştî xerabe ye (49) û rewşa hewayê ne baş e (7).
Di serlêdanên sala 2016-2017’an de jî heman bersivên redkirinê ‘yên bi hincet’ hate dayîn. Serlêdanên demên dawîn hatin redkirin û Rewşa Awarte wekî hincet hate nîşandan.
SERLÊDANÊN DAWÎN JÎ HATIN REDKIRIN
Parêzerên Ocalan di serê Tîrmehê de jî ji bo ku bi muwekîlên xwe hevdîtinê bilin cara 768’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan lê bersiveke neyînî stendin.
Di heman mehê de serlêdana malbata Ocalan cara 85’an hate redkirin.
NE HIQÛQA XWE Û NE JÎ HIQÛQA NAVNETEWEYÎ NAS KIRIN
Hukma 6/3-c ya Peymana Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê, Xala 36’emîn a Destûra Bingehîn, Kanûna Pêkanîna Tevdîrên Ceza û Ewlehiyê ya 59’emîn jî ji aliyê dewleta Tirk nehate pêkanîn.
Hannah Arendt dibêje ku “Derewîn di rewşên normal de li hemberî rastiyê têk diçe”. Lê derewîn ji çend derewan xwe rizgar bike jî, di prensîbê de ew ê her dem ‘derewîn’ be. Dewleta Tirk xwe dispêre derewan û tecrîdê kûrtir dike. Lê aliyekî din jî heye ku xwe ji derewan venakişîne. Ji ber nebûna çanda demokratîk a normal, dema ku bertîlan distîne û yan jî cînayetan dike ji bo serûbinkirina hiqûqê derewan dike û ji vêya zêdetir caran pêdivî bi vî tiştî jî nabîne.
Di veguheztina Îmraliyê de her dem hinceta ‘koster xerabe ye’ tê gotin. Lê di Biryarên Pêşnûmayê yên Qada Pêkanîna Cezayan a Komîteya Wezîran a Konseya Ewrûpayê de ev tişt heye: “Kêmbûna çavkaniyan, nikare şertê girtîgehê yê ku mafê girtiyan binpê dike ji xwe re rewa nîşan bide.”
Jixwe tê zanîn ku di veguheztina Girava Îmraliyê de ne bi tenê koster, rayedarên dewletê helîkopterê jî bi kar tînin.
BERSIV NEDAN HEYETA NAVNETEWEYÎ
Ji xeynî parêzer û malbatê; parlementerên Parlementoya Ewrûpayê, sendîkavan, akademîsyen û çalakgerên mafên mirovan yên welatên cihê de di nav de heyeteke navneteweyî ji Wezareta Edaletê daxwaza jivanê kirin. Heyetê xwest di 17-18-19’ê Sibata 2017’an de biçin serdana Girtîgeha Îmraliyê lê ev serlêdan bêbersiv hate hiştin.
SERLÊDANA JI DADGEHA DESTÛRA BINGEHÎN
Parêzer ji aliyekî ve serlêdanên hevdîtinê û ji aliyê din ve jî hewldanên xwe yên hiqûqê didomînin.
Li ser daxwaza Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê Hakîmtiya Înfazê ya 1’emîn a Bûrsayê, ji bo Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysî Aktaş ên ku li Girtîgeha Îmraliyê bi Ocalan re di girtîgehê de ne, biryara qedexeya ‘hevdîtin, agahdarkirina nivîskî, mafê telefonê û parêzeran’ dabû. Piştî ku ev biryar ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 1’emîn a Bûrsayê hate erêkirin, parêzeran dosye bibin Dadgeha Destûra Bingehîn.
Di teksta serlêdana Dadgeha Destûra Bingehîn de dihat diyarkirin ku Ocalan 6 sal û 10 meh û serlêderên din jî ji roja ku neqlî Girtîgeha Îmraliyê hatine kirin, 3 sal û 2 meh in hevdîtina wan ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê tê redkirin.
Di tekstê de hate diyarkirin ku li gorî zagona xalên 114 û 115’emîn ên hejmara 527’an têkildarî Ocalan û girtiyên din qedexe û astengkirina hevdîtin, name û ragihandinê nikare were pêkanîn.
Di tekstê de ev tişt hate diyarkirin: “(…) Têkildarî hevdîtinên malbatê li dijî hiqûqê tiştek tune. Di xalên zagonê de qedexeya hevdîtina bi malbatê re tune. Ligel vî tiştî jî hevdîtina bi malbatê di zagonê de hatiye qedexekirin û tê dîtin ku ev tişt li dijî hiqûqê ye.”
Sibê: Performansa CPT'ê ya ji bo 'Îmraliyê'