Platforma "Li ber dagirkeriya li Kurdistanê rabe" ji Kurd, Tirk, Asûrî-Suryanî, Ermenî, Laz, Çerkes, jin, akademîsyen, rojnamevan, ciwan, Elewî, Êzidî û misilmanên demokrat pêk tê. Platform wê li Ewropa, Japonya, Kanada û Awûstralyayê çalakiyan li dar bixe.
Dîwana Hevserokatiyê ya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) destek da çalakiyan û ji bo çalakiyên 28'ê Tîrmehê banga tevlîbûnê kir.
Di daxuyaniya KCDK-E de hate gotin, "Dîktatoriya Erdogan û tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê ji bo destketiyên gelê Kurd ji holê rakin, bi hemû rêbazên şerê qirêj êrîşê dibin ser çar parçeyên Kurdistanê."
Dîwana Hevserokatiyê işaret bi bêdengiya cîhanê ya li pêşgerî dagirkerî, komkujî û talan li Efrînê kir û ragihand, gelek hêz, dewlet û saziyên navneteweyî bi bêdengiya xwe cesaret dan dîktator Erdogan û hîn jî destekê didin.
KCDK-E destnîşan kir, dewleta Tirk a ku bi vê bêdengiyê piştrast e, ji bo dagirkirina tevahiya Kurdistanê niha êrîşê dibe ser Başûrê Kurdistanê û wiha dewam kir: "Eşkere ye ku dewleta Tirk ji bo destketiyên gelê me yê li çar parçeyên Kurdistanê ji holê rake û Kurdistanê ji nû ve dagir bike, bi hemû rêbazên gemarî êrîş dike."
Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk banga xurtkirina piştgiriya navneteweyî û yekîtiya neteweyî kir û got, "Li dijî dagirkerî û êrîşên topyekûn ênd ewleta Tirk, hemû sazî û rêxistinên Kurdistanî divê bi lezgînî bibin yek û bi sekneke hevpar li ber êrîşan rabin. Pêwîste em bi xurtî raya giştî ya navneteweyî agahdar bikin û polîtîkayên mêtingerî û dagirkeriyê yên Erdogan ê kujer teşhîr bikin."
KCDK-E bang li raya giştî ya demokratîk kir ku li dijî dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Kurdistanê bi rengekî demokratîk nerazîbûna xwe nîşan bidin û wiha dewam kir: "Bêdengiya dewlet û saziyên navneteweyî li pêşberî polîtîkayên komkujî û qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdistanê, tê wateya erêkirina êrîş û komkujiyan. Em bang li dewlet û saziyên navneteweyî dikin ji bo nebin şirîkê vî sûcî û ji bo pêşîgirtina li êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiyeyê bikevin nava liv û tevgerê."
Di dawiya daxuyaniyê de hate ragihandin ku Platforma "Li ber dagirkeriya li Kurdistanê rabe" ji bo şermearkirina êrîşên dagirkeriyê yên dîktator Erdogan, wê 28'ê Tîrmehê li çar aliyên cîhanê çalakiyên protestoyî organîze bike û bang li Kurdistaniyan û dostên gelê Kurd hate kirin ji bo bi xurtî tevlî van çalakiyan bibin.
Li gorî daxuyaniyê, bernameya çend ji çalakiyan bi vî rengî ye:
ELMANYA
Duesseldorf
Eyaleta NRW
Cih: Pêşiya DGB
Saet: 12.00
*
Frankfurt
Eyaleta Hessenê
Cih: Hauptbahnof Frankfurt
Saet: 14.00
*
Stutgart û derdora wê
Cih: Innere Brücke, bei den Gebäuden 19-21, 73728 Esslingen
Saet: 14.00
*
FRANSA
Paris
Cih: Place Republique
Saet: 16.00
*
Marsilya
Cih: Meydana Canabiere
Saet: 17.00
*
Bordeaux
Cih: Place de la Bourse
Saet: 17.00
*
SWÊD
Stockholm
Cih: Humlagarden/ Stockholm
Saet: 14.00
*
AWÛSTÛRYA
Graz
Cih: Herrengasse
Saet: 16.00
*
SWÎSRE
Protestokirina Peymana Lozanê û çalakiya "Rabûna li ber dagirkeriya li Kurdistanê"
Cih: Place de Riponne / LAUSANNE
Saet: 15.00
*
DANÎMARKA
Kopanhagen
Cih: Kultorvet
Saet: 14.00
*
NORWÊC
Oslo
Cih: Pêşiya parlamentê, Eidsvold
Saet: 14.00