Buroya Hiqûqê ya Asrinê: Divê mercê hevdîtinê yên bi Ocalan bên pêkanîn

Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve hevdîtin pê re nehatiye kirin daxuyaniyek da û banga ,“Divê şertên hevdîtinê yên Birêz Ocalan pêk were û divê agahiyên zelal bê dayîna civakê."

Buroya Hiqûqê ya Asrinê têkildarî muwekîlê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê ku li Girtîgeha Îmraliyê ji 27’ê Tîrmeha 2011’an hevdîtin pê re nayê kirin, daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku wan 774 serlêdan kirine û hemû serlêdan hatine redkirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku hemû serlêdan bi awayekî bêhiqûq hatine redkirin û bi hincetan hatine astengkirin. Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ku ji xeynî Ocalan rewşa Veysî Aktaş, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar jî wisa ye, yên ku di Adara 2015’an de neqlî Girtîgeha Îmraliyê hatibûn kirin.

Di daxuyaniyê de hate xuyakirin ku serlêdanên hevdîtinê heta 20’ê Tîrmeha 2016’an bi hincetên wekî ‘keştî xerabe ye’ û ‘rewşa hewayê ne baş e’ û piştî hewldana darbeyê ya di 15’ê Tîrmehê de jî bi hinceta ‘Rewşa Awarte’ hevdîtin hatine astengkirin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Piştî 1’ê Adara 2018’an jî serlêdanên tên kirin bi hinceta zagona BHQ’ê tê redkirin. Li dijî zagonên Rewşa Awarte yên ku li dijî Peymannameya Ewropayê ye û biryarên redkirinê yên ku ti şertên wan ên zagonî tine, pêvajoyên hiqûqî didome. Lê ji ber ku Girtîgeha Îmraliyê qadeke wisa ye ku li derveyî hiqûqê ye û di vê serdemê de ya ku ji pîvan û prensîbên mafên mirovan dûr, ev şert me dixin nav fikaran.”

PÊKANÎNÊN LI ÎMRALIYÊ DER QANÛNÎ NE

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hate diyarkirin: “Ji 15’ê Sibata 1999’an dema ku Ocalan bi komployeke navneteweyî hate revandin û heta niha, pêkanînên hatine kirin ne li gorî hiqûqa gerdûnî û neteweyî ye. Hatiye tespîtkirin ku ev tiştên tên kirin, li dijî Hiqûqa Mafên Mirovan a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û li dijî Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ye. Ev pêkanînên li derveyî hiqûqê, li Îmraliyê heta îro di gelek mînakan de xwe daye der.”

‘SEDEMA TECRÎDÊ, KESAYETÎ Û GIRÎNGIYA OCALAN A DÎROKÎ YE’

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser vî tiştî ku sedema bingehîn a tecrîda li ser Ocalan kesayetî û girîngiya wî ya dîrokî ye û ev nirxandin hate kirin: “Doza Kurdan a ku li welatê me û li herêma me dozeke kûr û girîng e, ji bo çareseriya wê ya li ser bingeha aştiya demokratîk rol û mûxatabiya Ocalan nikare were înkarkirin. Ev rewş gelek caran bi awayên cihê derketibû holê û herî dawîn jî di pêvajoya diyalogê ya di navbera 21’ê Adara 2013’an û 28’ê Sibata 2015’an de li ser bang û pêşniyazên wî, bi awayekî zelal derketiye holê. Di vê serdemê de derfetên çareseriya aştiyane ya demokratîk gelekî xurt bû.”

 ‘TECRÎDA KÛR, TÊ WATEYA POLÎTÎKAYÊN TECRÎD Û ŞER’

Ligel hewldana diyalogê ya ku hêzên li dijî aştî û çareseriyê tine hesibandin, piştî hevdîtina bi heyetê re ya di 5’ê Nîsana 2015’an de, tecrîd girantir û kûrtir bûye. Bandora vê tecrîdê di her warî de li holê ye. Bi konsepta şerê kûr, qedexeyên derketina derve û hilweşandina bajaran re, diyalektîka darbe-dijdarbeyê, pêkanînên Rewşa Awarte, destgîrkirin û girtin, îxrac û sirgun bi tecrîda kûr re hatin kirin.

Nêziktêdayîna li Ocalan tê wateya nêziktêdayîna kêşeyên di rêveberiya welat de. Hevdîtin û diyalog dibin wesîleya demokrasî û çareseriyê; tecrîda kûr jî tê wateya polîtîkayên tecrîd û şer. Vê tecrîda ku îro jî tê kirin, tê wateya tecrîda teqez a ku tê xwestin têkiliya bi cîhana derve re were qutkirin. Ev tê wateya tecrîda hewldana çareseriya demokratîk ên Ocalan, têkoşîna demokratîkbûnê, aştiyê û pê re jî tê wateya tecrîdkirina dahatûya hevpar a gelan.”

'DIVÊ BI LEZGÎN ŞERT Û MERCÊN HEVDÎTINÊ BÊN ÇÊKIRIN’

Di daxuyaniya Buroya Hiqûqê ya Asrinê de herî dawî banga, "Divê demildest ev pêkanînên tecrîda teqez ku dij hiqûqê gerdûnî û navneteweyî ye, bê rakirin; em bang li hemû raya giştî ya Tirkiyeyê ya aligirê çareseriya demokratîk û aştiyê ye, hemû derdorên bihîstiyar, rêxistinên mafê mirovan, saziyên hiqûqê yên demokratîk, baroyan dikin ku li hemberî vê polîtîkaya tecrîdê ya dewletê ku dadweriya hiqûqê ji holê radike, ‘qada bêhiqûq’ diafirîne bisekine, xwedî li vîna ku çareseriya demokratîk biafirîne derkevin. Divê demildest ev bêhiqûqiya li Îmraliyê pêk tê, bê qedandin. Ligel ku hevdîtina parêzeran a bi miwekîlê xwe re, dîsa çûyîna serdana xizmê xwe yê malbatan mafekî bingehîn e jî, ev rewşa niha ku tu agahî nayê girtin, nayê pejirandin. Divê demildest mercên hevdîtina bi birêz Ocalan re bên pêkanîn û bihêlin ku civak agahiyên rast bigire û ji rewşê haydar be.” li rayedaran hate kirin.